DYE û Talîban nêzî lihevkirinekê ne!

Berdevkekî tevgera Talîban ragihand ku ew bi DYE’yê re nêzî lihevkirinekê ne.

Di navbera DYE û Talîbanan de ev 18 sal in şereke heye, di rojên dawî de hevdîtinên di navbera herdu aliyan de zêde bûn.

Berdevkê Talîban Zabîhûllah Mucahîd li ser Twîtterê daxuyanî da û got; “Hevdîtin wê îro dewam bikin. Em nêzî lihevkirinekê ne. Em bi hêvî ne ku demê nêz de nûçeyên baş bidin gelê xwe.”

Sefrîrê Emerîkayê yê li Kabîlê heta niha tu daxuyaniyek nedaye lê rêveberiya Washîngtonê heta 1’ê Îlonê yan di nava meha Îlonê de beriya hilbijartinên li Efganistanê lihevkirinê bi dawî bike. Sala 2020 li DYE’yê hilbijartinên serokatiyê hene.

Rêxistina Efû ya Navnetewî li Kabîlê daxuyanî da û di daxuyaniyê de got divê mafê gelên Efgan di lihevkirinekê de werin berçav girtin.

Alîkarê Midûrê Rêxistina Efû yê ya Başûrê Asya Omar Warîch wiha got; “Lihevkirina pêşerojê divê dengê wan, dengê mexdûran û qîrina edaletê ji nedîtive neyê.” Waraîch ji bo sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin got divê hesab were pirsîn.

Muzakereyên xweser ên di navbera DYE û Talîbanê de sala borî dest pê kiribû. Rêveberiya Washîngtonê hewl dide 14 hezar leşkerên xwe yên li Efganistanê kêm bike.

Eger lihevkirin pêk were wê mudaxeleya DYE’yê ya 18 salan bi dawî bibe. Heyeta DYE’yê ji Talîbanê dixwaze agirbestê îlan bike û bi hikumeta Efganistanê re jî muzakereyên yekser bike.