DYE û Iraq li ser bidawîkirina erkê koalîsyonê danûstandinê dikin

Hate ragihandin ku DYE û Iraq ji bo bidawîkirina hebûna koalîsyona leşkerî ya navneteweyî ya DYE’yê ya li Iraqê dest bi hevdîtinan kirine.

Li gorî nûçeya Reutersê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ev biryara xwe roja Çarşemê bi rêya nameyekê eşkere kir.

Li gorî nûçeyê, DYE bi vî awayî dev ji şertê destpêkê yê rawestandina êrişên komên ku Îran piştgiriya wan dike yên li Iraqê berda.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê got, wan nameyeke giring standiye û Serokwezîr wê li ser nameyê baş bixebite. 

Ji ber ku encam ne diyar e û vekişîna leşkerên DYE’yê wê demeke dirêj bigire, tê payin ku hevdîtinên der barê vê yekê de çend mehan berdewam bikin. 

Li Iraqê 2 hezar û 500 leşkerên DYE’yê hene û piştî têkbirina DAÎŞ’ê bi îdîaya ku pêşî li ji nû ve derketina van çeteyan bigire, alîkariyê dide hêzên herêmî.

Di çarçoveya koalîsyona navneteweyî de bi sedan leşkerên welatên cuda û bi taybet jî yên welatên Ewropayê li Iraqê cih digirin. Lê hebûna vê koalîsyona li Iraqê di bin zexteke de ye û her ku diçe zêde dibe.

Li Iraqê ji destpêka şerê Xezeyê heya niha di navbera komên milîs û DYE’yê de nakokî zêde dibin. Ev komên milîs bi hinceta ku DYE piştgiriyê dide Îsraîlê zextên li ser DYE’yê zêde dikin. Leşkerên DYE’yê yên li Iraq û Sûriyeyê nêzîkî 150 caran bûn hedefa komên li Iraqê yên ku alîgirên Îranê ne.  Herî dawî jî DYE’yê roja Sêşemê êrîşeke tolstandinê pêk anî.

Bi zêdebûna van bûyeran, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî bang kir ku bi rêya mizakereyan ev hêzên koalîsyonê bi lez ji herêmê vekişîn. Ev pêvajo par hatibû destpêkirin, lê bi destpêkirina şerê Xezeyê hate sekinandin.

Waşîngtonê zêde bi erênî li vê vekişînê nedinêrî û ev yek weke bihêzbûna dijminên xwe yên li herêmê qebûl dikir. Lê belê li gorî her du çavkaniyên Reutersê dema ku DYE’ yê dît ku êrîş wê nesekinin û rewşa heyî her ku diçe rê li ber aloziyan vedike, biryara xwe guherand.

Rayedarekî DYE’yî got, "DYE û Iraq di çarçoveya Komîsyona Bilind a Leşkerî de nêzîk e ku di vê mijarê de dest bi diyalogan bikin."

Rayedarekî DYE'yî got: "Bi mehan e em li ser vê mijarê dixebitin. Dem ne girêdayî van êrîşên dawiyê ne. DYE wê di hevdîtinan de mafên xwe yên parêziya rewa biparêze."

Bi destpêkirina fermî ya danûstandinan ji hêla her du aliyan ve jî tê hêvîkirin ku wê zextên siyasî yên li ser Hikûmeta Iraqê û êrîşên li ser hêzên DYE’yê kêm bibin.