DYE dişewite, 'sotînerê avhewayê' Trûmp got 'wê bicemide'

Rojavayê DYE'yê dişewite. Ji destpêka havînê ve herî kêm 35 kesî jiyana xwe ji dest dane, qadek ji 2 milyon hektarî şewitiye. Serokê DYE'yê Trûmp got, 'wê sar bibe' û germahiya global red kir. Hevrikê wî Joe Bîden jî ji bo Trûmp got 'sotînerê avhewayê'.

Şewata li daristanan a li DYE'yê dewam dike. Şewat dibe sedema qirêjiya hewayê ku ji ber vê qirêjiyê jî nexweşiyên serêşê, kuxik û pirsgirêkên çav rû didin. Metropola bakur a eyaleta Oregon Portland, çend roj in bi mij e.

Ji ber şewatê li eyaleta Oregonê qadeke ji zêdeyî 400 hezar hektarî şewitiye. Ji ber şewatê derdora 500 hezar kes ji herêmê hatin derxistin.

35 KES MIRIN, QADEKE JI 2 MILYON HEKTARÎ ŞEWITÎ

Li rojavayê DYE'yê bi rojane li dehan cihî şewat heye. Ji destpêka meha havînê ve herî kêm 35 kesî jiyana xwe ji dest dane. Tenê vê hefteyê 27 kes li Washîngton, Oregon û Kalîforniyayê ji ber şewatê mirin.

Bi hezaran xanî û qadeke ji 2 milyon hektarî şewitî. Pispor destnîşan dikin ku sedema şewatê germahiya global e.

REXNEYÊN GIRAN LI TRÛMP TÊ KIRIN

Demokrat di mijara şewatê de rexneyên tund li Serokê DYE'yê Donald Trûmp dikin. Şaredarê Los Angelesê Erîc Garcettî yê ji Partiya Demokrat, Trûmp sûcdar kir ku ji bo eyaletên li rojava yên deng nedane wî tiştekî nake.

Trûmp roja Duşemê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku pêwendiya vê rewşê bi "rêvebirinê" heye.

TRÛMP: WÊ BICEMIDE

Trûmp îdîa kir ku ji bo têkoşîna li dijî guhertina avhewayê dikare guhertina daristanan bikin û got, "Wê dawiya dawî bicemide."

Waliyê Kalîforniyayê Gavîn Newsom ê Demokrat jî got, "Nîşaneyên li pêş çavan her tiştî radixin pêş çavan: Germahiya global rastiyeke û giran dibe."

BÎDEN: TRÛMP SOTÎNERÊ AVHEWAYÊ YE

Namzetê Demokratan ê hilbijartinên serokatiyê Joe Bîden bi ser hevrikê xwe ve çû ku realîteya germahiya global red dike û got, "Eger 4 salên din bidin sotînerê avhewayê yê li Qesra Spî, hingî kî wê li pêşberî şewitîna Amerîkayê matmayî bimîne?"

Bîden got, "Alternatîfa me heye, em dikarin bi hev re bi pêş ve biçin. Ji ber ku em zanin guhertina avhewayê neçariyeke hebûnî ye ku paşeroja welatê me diyar dike."