DYE dijî zengînkirina uranyûmê ya Îranê helwest nîşan da

DYE'yê li ser bernameya zengînkirina uranyûmê ya Îranê got, ''zirtan dike''.

Tê zanîn piştî ku DYE ji Peymana Nukleer a 2015'an vekişiya Îran bernameya zengînkirina uranyûmê didomîne. Duh Ajansa Nûçeyan a Atomê ya Navnetewî (AIEA) daxuyanî dabû û ragihandibû li tesîsa bi navê Fordo uranyûm 20 ji 100'î hatiye zengînkirin.

Li gel Îran û DYE'yê Yekîtiya Ewropayê (YE), Fransa, Brîtanya, Elmanya, Çîn û Rûsya jî îmzekarê peymanê ne û pêşbîniya wê hatibû kirin tesîsên nukleer ên Tehranê ji çavdêrên navnetewî re vekirî bin. Di ber vê de ambargoya li ser Îranê gav bi gav wê bihata sistkirin.

Serokê nû yê DYE'Yê Donald Trûmp ku 2017'an hatibû ser kar ragihandibû ku ew ji peymana ku dema Barack Obama hatiye îmzekirin vedikişe. Li ser vê, tê diyarkirin Îran van demê dawî li gelek tesîsan bi rêjeya kêm bernameya zengînkirina uranyûmê jidandiye. Rêveberiya Tehranê berevajî DYE'yê dibêje, ti projeya wan tine ku bombeya atomê hilberînin.