DYE bang li malbatên dîplomatan kir: Ji Ûkraynayê derkevin

Hikumeta Emerîkayê ‘gefa operasyonê leşkerî ya Rûsyayê’ wekî hincet nîşan da û bang li malbatên dîplomatên xwe yên li Ûkraynayê kir ku bila ji welat derkevin. DYE xwest bila hemwelatiyên wan neçe Rûsyayê.

Wezareta Karên Derve daxuyaniyeke nivîskî weşand û got xebatkarên herêmî û xebatkarên din heke bixwazin dikarin ji balyozxaneya Kîevê derkevin.

Wezaretê ji bo hemwelatiyên xwe yên li Ûkraynayê jî diyar kir bila ji niha ve li derketinê bifikirin.

Wezaretê got “Li ser sînorê Ûkraynayê û li Kirimê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û li Donetskê ya di bin kontrola Rûsan de ye, dibe ku rewşa ewlekariyê xerab bibe.”

Li gorî nûçeya AFP’ê rayedarekî payebilind ê Emerîkî ji çapemeniyê re axiviye û gotiye “Li gorî me dibe ku dagirkeriyeke Rûsan pêk were” Heke tiştekî wisa pêk were wê hemwelatiyên Emerîkayê nikaribin derkevin.

Alîkara Wezîrê Karê Dervfe Vîctorîa Nûland di serê meha Kanûnê de gotibû li Ûkraynayê 10-15 hezar Emerîkî hene.

Hikumeta DYE ji hemwelatiyên xwe re pêşniyaz kir ku bila neçin Rûsyayê.