DYA’yê xebatkarên xwe yên dîplomatîk ên li Kubayê kişandin

DYA’yê îdîa kir, dibe ku problemên tendirûsiyê êrîşeke bi plan be xebatkarên xwe yên dîplomatîk kişandin, hişyarî da geştyarên li Kubayê.

Destpêka vê mehê hatibû gotin bi 21 xebatkarên dîplomatîk ên seferatxaneya Havana ya DYA’yê re bi rengekî bi ‘guman’ problemên tendirûstiyê xuya kirine û dibe ku ev êrîşeke bi plan be.

Li gorî çapemeniya Amerîkayê îdîayên dibe ku ‘êrîşeke akustîk’ a bi ser dîplomatan de be û nûçeyên ku digotin dibe ku li ser Kubayê hin pêkirin çêbibine, hatin piştrastkirin.

Rêveberiya DYA’yê îddîa piştrats kir û got wan xebatkarên xwe yên dîplomatîk û malbatên xwe ji Kubayê kişandine. Hate gotin biryara bi mebesta ewlehiya personelan e û têkiliyên dîplomatîk ên bi Kubayê re wê bidomin.

Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya DYA’yê de got li ser ‘êrîşên’ li ser xebatkarên dîplomatîk lêpirsîn didome û dibe ku li pişt êrîşê ‘dewleteke sêyemîn’ hebe.

Têkiliyên di navbera DYA’yê û Kubayê de ku bi dehan salan têkiliyên wan ên dîplomatîk nebûn, ji 2014’an ve hinekî baş bûbûn. Nêzîkbûna di serdema Barack Obama de, serferatxaneya Havanayê ya DYA’yê 2015’an hatibû vekirin. Lê serokê nû Donald Trûmp alîgir e ku li dijî Kubayê polîtîkayeke tund hebe.