Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

DYA, li ser vekişîna leşkeran a ji Elmaya difikire!

Rojnameya Washîngton Post, ragihand ku Pentegon li ser mijara vekişandina leşkerên xwe yên li welatê Elmanya hatine bicihkirin difikire.

Li gorî Rojnameya Amerîkî Washîngtong Postê, Pentegon, li ser maliyeta leşkerên xwe yên li Elmanya ya xwedî konteja herî girîng a ji derveyî DYA’yê bicih bûne çiqas e, lêkolîn dike.

Ev biryar di civîneke dema Serokê DYA’yê Donald Trûm ji rêveberên leşkeran re dikir de derket. Daxuyaniya Trûmp rê li ber fikarên welatên NATP’yê vekir. Nayê zanîn Trûmp ev îfade ji bo zextê li lûtkeya NATO ya ku wê 11-12’ê Tîrmehê li Brûkselê bê kirin, bike yan jî cidî ye hê nayê zanîn.

Trûmp bi taybet Elmanya jî di nav de ji bo 7 welatên endamên NATO’yê name şandiye, seda ji 2’yê teahudên mezaxtinên leşkerî ên netewî yên ji bo NATO’yê tên cudakirin bibîr xist. Serokê DYA’y her demê sûdweriyên Washîngton ên ji bo budceya NATO’yê tê veqetandin pir zêde ye, nerazîbûn nîşan dike.

Elmanya ya di demê dawî de bi DYA’yê re di nava aloziyan de ye, teahhut têkildarî mijara NATO’yê bi cih naîne.

Di nava vebijêrkên DYA’yê de beşeke mezin a 35 hezar leşkerên xwe yên aktîf ên li Elmanya, vekişîne yan jî beşek ji van an jî hemûyan veguhêze Polonyayê heye. Trûmp ji ber ku Polonya ji sedî 2 gihiştiye hedefa xwe weke mînak nîşan da. Rêveberê ku ji Washîngton Postê re axivî kû navê xwe diyar nekir, anî ziman ku ji bo rewşa heyî ji bo vekişînê di pêvajoya nirxandinê de ye.

Berdevekekî yê Şêrwirmendiya Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî, bi daxuyaniyeke nivîskî, vekişîna yekîneyên li Elmanyayê derewand.

Berdevkê Pentegonê jî mijar li derewê qeliband. Berdev anî ziman ku Pentegon bi şêwazekî rêk û pêk bicihbûn, ziyan û fêdeya yekîneyên leşkerî analîz dike û got: “Di rewşa îtifaqê (Elmanya) me yê di bin sêwana NATO’yê de û îtifaqa NATO’yê de em girêdayî teahuda xwe ne.”

Yekîneyên Amerîka ji şerê Cîhanê yê Duyemîn ve li Elmanyayê bicih bûne. Elmanya, ji bo operasyonên Rojhilata Navîn û Efrîqa yên DYA’yê bi rola eniya keştiyê radibe.