DYA li NY mehkûm bû, wê ji niha û pê ve çi bibe?

Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di dengdana li ser biryara DYA ya der barê Qudsê de, bi piraniya dengan biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) mehkûm bû.

Li Civata Gişî ya ji 193 endaman pêk tê, 128 welatan dengê erênî da pêşnûme biryarê, 9 welat li ber rabûn û 35 welat jî bêalî man.

Fîlîstîniyan biryar bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Berdevkê Serokê rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas got, "Ev biryar careke din piştgiriya hiqûqa navneteweyî ya ji bo doza mafdar a Fîlîstîniyan destnîşan dike."

Nûnera DYA ya li Neteweyên Yekbûyî Nîkkî Haley got, "DYA wê vê rojê bîne bîra xwe." Haley ji bo dengdanê got, "Heqareteke ku wê ji bîra me neçe."

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî got, "NY nas bike ya jî nas neke, Quds paytexta Îsraîlê ye."

Serokê DYA Donald Trûmp beriya niha bi demeke kin Quds weke paytexta Îsraîlê nas kiribû û biryar dabû ku Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê bar bike vî bajarî.

Trûmp beriya dengdana li NY daxuyaniyek dabû û gef li welatên ku li dijî DYA deng bidin xwaribû ku alîkariya malî li ser wan bibire.

Trûmp gotibû, "Bihêlin bila li dijî me deng bidin. Em ê hê bêhtir teserûfê bikin." Li ser şêwe û rêbaza pêkanîneke DYA ti agahî neda.

Welatên ku li cem DYA cih girtin û li dijî pêşnûmeyê deng dan ev in: Îsraîl, Gûatemala, Hondûras, Togo, Mîkronezya, Naûrû, Palaos û Giravên Marşalê.

Biryara li NY hate girtin ferz nîne, lê belê ji her carê bêhtir DYA bi tenê hişt. Lê belê zexta DYA ya rojên dawî hin encam jî bi xwe re anî.

Di dengdanê de dihate texmînkirin ku ji 160 heta 190 welatî, li dijî biryara Trûmp derkevin.

Kanada, Meksîka û Arjantîn jî di navê de 35 welat bê alî man. Yekîtiya Ewropayê nekarî helwesteke hevgirtî nîşan bide. Polonya û Macarîstan bêalî man.