DYA ji bo petrol ji Îranê neyê kirîn bang kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) zextê li welatan dike ji bo petrolê ji Îranê nekirin. Bi vê yekê tê xwestin ku îxracata petrola vî welatî heta meha Mijdarê biqede.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Washîngton piştî ku xwe ji Peymana Nukleerê ya sala 2015'an vekişand, ji welatên din jî dixwaze ku li gorî pêkanînên li ser Îranê hatine ferzkirin tevbigerin.

Rayedarê Wezareta Karên Derve ya DYA xwest, petrol ji Îranê neyê kirîn û diyar kir ku heta meha Mijdarê wê destûrê ji vê yekê re bidin. Rayedarekî payebilind ê ji ajansên nûçeyan re axivî, lê nexwest navê wî bê eşkerekirin, da xuyakirin ku ji bo hilberîna petrola li cîhanê nekeve bin bandora vê yekê, wê ji hefteya bê û pê ve bi rêveberiyên welatên Rojhilata Navîn re hevdîtinan bikin.

WÊ BI TIRKIYE, ÇÎN Û HÎNDÎSTANÊ RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN

Ji hemû welatên cîhanê hate xwestin ku bes petrolê ji Îranê bikirin, lê bi taybetî bal tê kişandin ser welatên mîna Tirkiye, Çîn û Hîndîstanê.

Rayedarê Wezareta Karên Derve diyar kir, ji ber nakokiya van welatan a bi DYA re, tevî pêkanînên hatine ferzkirin jî ji Îranê petrolê dikirin. Rayedar da xuyakirin ku Çîn, Hîndîstan û Tirkiye ew welat in ku herî zêde petrolê ji Îranê dikirin û wê hevdîtinê bi rêveberiyên wan welatan re bikin.