Du komargerên di karantînayê de ne çûbûn gel Trûmp!

Li DYE'yê, du endamên kongreyê yên komarger ku ji ber vîrûsa Koronayê di karantînayê de ne, tê gotin ku bi Serokê DYE'yê Trûmp re jî hevdîtin kirine.

Bi du endamên Kongreya Emerîkayê yên komarger re tevî ku hîn "ti semptom nehatine dîtin" bi dilxwazî ketin karantînayê. Tê gotin, her du komarger beriya bi Serokê DYE'yê Trûmp re hevdîtinê bikin di dawiya meha Sibatê de li vîrûsa Korona rast hatibûn.

Doûg Collîns ku yek ji wan e, bi daxuyaniyekê ragihand, di dawiya meha Sibatê de di dema kongreya mezin a mûxafazakaran de ji ber ku bi kesekî ku testa wî ya Korona pozîtîf derket wêne kişandiye, bi dilxwazî xwestiye bikeve karantînayê. Collîns diyar kir ku ew baş dibîne û ti sempomê nabîne. Collîns roja Înê di dema serdaneke fermî de bi Trûmp re bû.