Dîwana Edaletê ya Navneteweyî serlêdana DYE a ji bo Îranê red kir

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku îtîraza Îranê ya ji bo desteserkirina mal û milkên Îranê yên li DYE’yê dikare were qebûlkirin.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ji bo 2 milyar dolarên Îranê yên ku Dadgeha Bilind a DYE’yê desteser kiriye, ew ê rûniştinên din li dar bixe.

Serokê Dadgehê Ahmed Yûsûf diyar kir ku, Dadgeha Cezayê Giran di vê dozê de rayedar e.

Komara Îslamî ya Îranê ji bo fonên xwe yên ku hatine desteserkirin bi dest bixe, di Hezîrana 2016’an de li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî pêvajoyeke hiqûqî dabû destpêkirin. Rêveberiya Tehranê diyar kiribû ku, Washîngtonê peymana bi Şah re ya di sala 1955’an de bin pê kiriye. Ev peyman li ser têkiliyên aborî û hiqûqa konsolosxaneyan bû.

Tê diyarkirin ku vê biryara Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dikare kaosa di navbera DYE û Îranê kûrtir bike.

Di Nîsana 2016’an de Dadgeha Bilind a DYE’yê dest danîbû ser 2 milyar dolarên Îranê û biryar dabû ku ew dikarin vî pereyî bidin hemwelatiyên Emerîkayê yên ku bûne mexdûrên êrîşên terorîst. Îranê jî diyar kiribû ku, ev tişt derveyî zagonan e.

Li gorî saziyên Emerîkayê nêzî hezar kes hene ku bûne mexdûrên van êrîşan. Xizmên 241 leşkerên Emerîkayê hene yên ku di 23’ê Cotmeha 1983’an de li Bêrûdê di du êrîşên xwekuj de mirine.