Diviya ne cîhanê Afrîka, lê Afrîkayê cîhan têr bikira!

Dîrektorê Bankaya Rabûnê ya Afrîkayê Akînwumî Adesîna ji Le Monde Afrîkayê re axivî û got, "Diviya ne cîhanê Afrîka, lê Afrîkayê cîhan têr bikira."

Wezîrê Çandiniyê yê berê yê Nîjeryayê û her wiha xwediyê Xelata Zad a Cîhanê ya 2017'an Adesîna got, li ser rûyê cîhanê beşeke girîng a erdên dinyayê yên ji çandiniyê re guncaw li parzemîna Afrîkayê ne. Adesîna bibîr xist, li cîhanê erdên ji çandiniyê re guncaw lê yên ku nayên cotin 65 ji sedî li parzemîna Afrîkayê ne û got, ji bo vê divê xebatên girîng werin kirin.

Akînwumî Adesîna diyar kir, li Afrîkayê ku nifûsa wê ji 1,2 milyarî zêdetir e, salê ji 35 mîlyar dolarî zêdetir berên çandiniyê têne hinardekirin û erdê parzemînê yên ku 'dikarin cîhanê têr bikin' nayên cotin.

Adesîna ragihand, weke Banka Rabûnê ya Afrîkayê (BAD), ew dixwazin bikin ku heta sala 2025'an parzemîn têra xwe bike û ji bo vê jî divê ew giraniyê bidin ser sektora çandiniyê.

Adesîna diyar kir, BAD plan kiriye, di navbera aslên 2015-2025'an de bi 24 mîlyar dolarî razemeniyê li çadiniyê bike û destnîşan kir, ku bi saya vê yekê ew dixwazin kirîna berhemên çandiniyê ji derve, kêm bikin.

Dîrektorê BAD'ê anî ziman, bi razemeniya çandiya li parzemîna Afrîkayê re wê çandiniya erdê nehatiye cotin zêde bikin û bi saya vê hilberîna li parzemînê jî zêde bikin.

Adesîna da zanîn, bi saya bernameya "Enable Yoûth" ew dixwazin ciwanên Afrîkî teşwîq bikin ku şîrketên biçûk ên li qada çandiniyê bixebitin, ava bikin.

Di dewama axaftina xwe de Adesîna destnîşan kir, ku kirîna berhemên çandiniyê ji derve, ji bo parzemîna Afrîkayê nakokiyeke cidî ye û got, eger erdên nayên cotin ên li Afrîkayê werin cotin, wê rewşa heyî biguhere.

Adesîna diyar kir, ji ber ku erdên çandiniyê nayên cotin, berhemên ji derve tên kirîn û ev yek jî pêşî li aramiya bac û makro ekonomîk a li welatên Afrîkayê dike.