Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe

Dîplomatên Rûs ên ji aliyê DYA ve hatin dersînorkirin, tevî malbatên xwe gihîştin Moskowayê.

Ajanê berê yê Rûs Sergey Skrîpal û keça wî Yuliya hatibû jehkirin û dîplomatên Rûs ên ji ber vê bûyerê ji aliyê DYA ve hatin dersînorkirin gihîştin Moskowayê.

Du balafirên ku dîplomat û malbatên wan ên hatin dersînorkirin tê de bûn û ji Washington û New Yorkê rabûn, gihîştin Moskowayê. Bi vî awayî hemû dîplomatên Rûs ên ji aliyê Washingtonê ve hatin dersînorkirin tevî malbatên xwe gihîştin welatê xwe.

60 dîplomat û malbatên wan bi giştî 171 kes bi du balafiran ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) derketibûn.