Dilzar Dîlok: Yekîtiya jinan bingeha yekîtiya gelê Kurd e

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok beşdarî bernameya Rojeva Jinê ya Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Gulan Avrêl.

Hevpeyvîna bi Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok re, ya di bernameya Rojeva Jinê Stêrk TV de wiha ye:

Şerekî giştî yê bi hişmendiya Îttihat Terakkî li ser gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd tê meşandin. Navenda vî şerê taybet jî li Îmraliyê bi şêwazên cur be cur tê meşandin. Beriya  bi çend rojan biryarek gelek sosret hate girtin û 3 meh wê malbat bi Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neyînin. Mirov vê tecrîdê çawa şîrove bike û vê biryar jî weke cezayê dikare bibîne?

Dewleta Tirk nikara Serokatî ceza bike, ruxmê ku tecrîdek girankirî li ser Serok APO tê meşandin, tê xûyakirin ku di nav sîstema Îmraliyê de jî nikarin Serokatî lewaz bikin, ji ber ku Serok APO mînaka mirovê azad e. Ruxmê ku demek dirêj hevdîtin nehatiye çêkirin jî lê dîsa dewleta Tirk biryarên nû digire bi navê cezayê disîplînê. Disîplîna dewleta Tirk nikara azadiya Serokê me asteng bike. Ev lawaztiya dewleta Tirk nîşan dide, Serokatî wek rih, fikir û hêza berxwedaniyê bi gelên azadîxwaz, di serî de jî gelê Kurd re ye. Ji bo wê bi vê cezayê dixwaze tecrîtê hîn girantir bike. Serok ji civakê qutb ike, îrade gel jî bixîne. Pêwîst e em giştî û dewleta Tirk jî bizanin ku dewleta Tirk a faşîst qirker nikara Serokatî ceza bike. Em dikarin bêjin ku rûyê faşîzimê dirinde di tecrîda li ser Serokatî û hemû gelan xwe derdixîne. Tecrîda li ser Serokatî nasnameya dewleta Tirk a faşîst û qirker e.

Li hember şêwazên çareseriyên Rêberê Gelan Rêber Abdulah Ocalan didê diyarkirin, dewleta Tirk neçar dimîne ku hewqas pêkanînên ji derveyê exlaq û hiqûqî pêk bîne?

Bêguman, dewleta Tirk ditirse ji ber ku nêrînên Serok APO ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd e, nêrînên Rêber APO fikir û felsefeya wê ji bo gelê ku li Tirkiyê bikaribin azad bijîn, bingeheke esasî a civakê ye. Tirsa dewleta Tirk ku gelê Kurd hebûna xwe bijî, ji ber ku di hebûna Kurdan de tunebûna xwe dibînin. Serok APO bi dehan caran anî ziman hebûna Kurdan mîsogerkirin ne tinebûna civakê Tirkiyêye, lê belê îqtîdara heyî tunebûna xwe dibîne ev rastiyek e. Îqtîdara heyî bi felsefa Serok APO nayên gel hev, faşîzîm bi Serok APO nayê gel hev, polîtîkayên qirker bi nêrînên Serokatî nayên gel hev, ji bo vê jî hebûna xwe di felsefa Serok APO de nabînin. Herî dawî çalakiyên bi dirûşmya “tecrîtê bişkînin faşîzme hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” hemleyek hat destpêkirin, tekoşînek pir mezin hat dayîn, çalakiyên gireva birçîbûnê gihîşt asta herî jor, di encamê wê de dewleta Tirk neçar ma ku bi Serok APO re hevdîtin çêbike. Tirsiyan, bi vê hemleyê di raya giştî a cîhanê de mehkum bibe, polîtîka wê eşkere bibe, zerarê xwe dît, ji bo vê jî çend hevdîtin dan çêkirin, me nirxand ku van hevdîtinan deriyeke biçûk li ser tecrîta Serokatî vekir. Em dikarin bi van hevdîtinan re tekoşîna xwe bi rêbazên cuda bimeşînin. Ev pêvajo tê zanîn bi hilbijartinê re derbeke giran li AKP’ê da. AKP li Stenbolê hilweiya. Tirkiye pêwîst e bizanibe bi tinekirina Kurdan nikara hebûna xwe misoger bikê. Ji ber di rastiya hebûna civakan de, heya dawî faşîzmê qebûl nekirin, desthilatdarî zilim û zordarî qebul nekirin heqek e. AKP’ê wek îqtîdareke ku dinya nedîtiye, ev şêwaza AKP-MHP Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe.

Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Pêwîstiya Kurdan bi parastina hebûna xwe û destxistina azadiya xwe heye”.  Di roja me ye îro de dijwariya van gotinan çawa xwe dide der? Pêwîst e Civaka Kurd û demokratîk li gor vê rastiyê berxwedaniyeke çawa bikin?

Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya perçekirinê û nirxandina pirsgirêkê ya bi rengê şexsî, civakê ji rastiya xwe yê civakî, ji hêza xwe ye berxwedanî qut dike. Gihîştiye asteke ku mirov ji koletîyê xerabtir bijî. Bi şêwazê cuda dihêle gel hewceyî wê bibe.  Serokatî di paraznameya xwe de dibêje “Heger ku sîstema heyî ji te re deriyekÎ  ku tu bijî nehêle, gerek tu ji bo hebûna xwe misoger bikî, têbikoşî''. Rewşa niha ya li dewleta Tirk û dewletên din jî tê jiyîn, me wek gelê Kurd û heman demê de di aliyê  çand, ziman, hiqû nas nakê. Di her milî de me tune dike, niha jî hêrsa dewleta Tirk herî zêde li hember dayîkên me ye,  ku zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî dikin, fêrî çanda xwe dikin. Jin di nav civakê de çandê ava dike, ji dewlemend kirin û berdewamiya wê  berpirisyar in. Dewleta Tirk li hember jin, zarok, daristan, li hember her tiştÎ şer îlankiriye. Niha jî jinên Kurd kampanyayek bi navê “ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piya” daye destpêkirin.  Bi rêya vê hemleyê pêwîst e jin destê xwe bidin hevdu, bibin alîkar, qirêja ku li ser jin û civak tê meşandin teşhîr bikin, heqê xwe bixwazin, tola xwe hilînin, bê deng nemînin, tirsa xwe bişkînin. Jin pêwîst e heqê xwe ne ji dewletê bixwaze, ji ber yê ku zilmê dimeşîne dewlet bi xwe ye. Aqilê îqtîdara mezin dewlet e.  Jin pêwîst e xwe ji dewletê dûr bixe, jinên ciwan û hemû jin divê rêxistiniya xwe bikin, ji malbata xwe est pê bikin, derdora xwe fêr bikin, heqê xwe bistînin, rêxistin bi şeklek azad rêveberina civakê ye.

Şandeyak ji Jinên HDP derbasî Başurê Kurdistanê bû,,mijara  sereke ya hate nîqaşkirin yekîtiya jinan bu. Ger jinên Kurd yekîtiya xwe ava bikin, wê li ser çaranûsa yekîtiya Kurdan bandorek çawa  bikê?

Bi felsefeya Rêber APO re zanebûnek pir mezin bi jinên Kurd re çêbûye, ku dikarin azadiya Kurdistanê ava bikin û civakek azad ava bikin. Ev fersen heye ji ber ku ev sedsal in bi qasî ku şerê giştî li ser jin, civak tê meşandin jî lê dikare bibe sedsala azadiya jinê. Ev şandeya ku serdan kiriye pir bi nirxe û girîng e.  Lê jinên ku di nav saziyekê de, partiyekê de kar dikin sînordar dimînin, li hember êrîşên dewlete Tirk li Başûr, jin çi helwest nîşan dan, daxwiyanî têrê nake.  Jin dikarin civaka xwe birêxistin bikin li hember dagirkerî, wek rêxistin werin gel hev nîqaş bikin. Çalakiyan bi hevre bikin, parastina axa xwe ye her roj tê dagirkirin bikin, dengê xwe bikin yek.  Di vî milî de tekoşîn lewaz maye, pêwîst e jin tekoşîna xwe di bin siha aqilê zilêm de nehêle, wê negihêje ti encam, berovajî wê xirabtir bibe.

Darbeya ku li ser şaredariya hatiye kirin tenê weke qeyûm mirov binirxîne wê rastiya şerê ku tê kirin penase bike?

Mijar tenê şaredarî nîne, tinekirina îradeya civakê ye.  Qirkirina mafê hilbijartina gelê Kurd e. Ev qeyûm ne tenê li hember gelê Kurd e, li hember civaka Tirkiyê giştî ye, li hember wê çalakiyên runiştinê hene li Wan, Mêrdîn, Amedê.  Îradeyeke pir xurt derketiye holê, dayîkên tevlê van çalakiyan dibin, jinên bi dirûşmê “ tu jî rabe ser piyan” tevlê dibin, wan bi nirx dibînim, silav dikim. Lê ciwan pêwîst e dayîkên me tenê nehêlin, derdora her dayîkekî bi hezaran ciwan, jinên ciwan divê hebin. Di çalakiyan de îstiqrarek heye, bêtirse , bi birya dimeşe, ev rihekî  pir xurt e. dİvê zêdetir be, yê ku dengê xwe daye divê derkeva beşdar bibe. Her dem qeyûm li ser gelê me heye; cenazeya zarokên me bi rojan di araziyan de tê hêştin, nadin malbatên wan, mafê her civakek heye ku zerokên xwe veşêrin, dayîkên me pêwîst e xwedî li cenezaye şehîdên xwe derbikevin, bixwazin. Dîroka Kurdan bi berxwedaniyan tiji ye, divê em vê dîrokê xurtir bikin, em xwedî li mirîyên xwe derbikevin, zindiyên xwe biparêzin, civaka me bi biryar e, wê çalakî xurtir bibe, em di wê baweriyê de ne ku wê berxwedaniya gelê me û yê gerilla vê faşîzmê têk bibe û hilweşîne.