Di xwepêşandanên li Qudisê de 3 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dan

Li Qudisê di xwepêşandanên li dijî yasaya ketina ciwanan a Filistînê de, 3 ciwanan jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya ji aliyê rêveberiya Filistinê de hatî kirin de hat ragihandin ku li Taxa El Tûr a li Rojhilatê Qudisê dinavbera hêzên ewlehiya Îsraîl û xwepêşandêran de şer derket. Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê 2 ji xwepêşandêran kuştine.

Li taxek din a Rojhilatê Qudisê jî Filistiniyek di encama guleya çekê de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî kuştina vî kesê ku di kijan şertan de hayiye kuştin nehat zanîn.

Rêveberiya Îsraîlê li Rojhilatê Qudisê li derdora bajarê dîrokî îlankirina qedexeya ji bo kesên dibin temenê 50 salî yên hemwelatiyên Filistinê de, xwepêşandan destpêkirîbûn.