Di serdegirtina Capîtole'yê de komploger, nijadperest û alîgirên çekan li pêş bûn

Komên ku avêtin ser avahiya Kongreyê ya DYE'yê bi giranî ji rastgirên tund ên alîgirê bikaranîna çekê û komên komplotîst pêk dihat.

Nîqaşên têkildarî avêtina ser avahiya Capîtolê dewam dikin ku di encamê de herî kêm 5 kes miribûn, bi dehan kes birîndar bûbûn û gotûbêjê ji bo dûrxistina Donald Trûmp ji wezîfeyê ketibû rojevê.

Roja ku wê dengdana pejirandina serokatiya Joe Bîden bihata kirin, gelek kesên alîgirê Donald Trûmp avêtin ser buroyên Senato û Meclîsa Nûneran ku her du hîmên Kongreyê ne. Hin hêz û derdoran bûyer weke 'darbeyê' pênase kirin.

ALÎGIRÊN BIKARANÎNA ÇEKÊ

Komên ku tevlî serdegirtinê bûn balkêş bûn. Di nava wan de koma bi navê 2A NWA STAND hdeye ku alîgirê firotina çekan e. Trûmp bi rengekî tund li ber qedexeyên li ser firotina çekan radibû ku di dema Barack Obama de hatibû anîn. Li gorî daneyên fermî zêdeyî 300 milyon kesên li DYE'yê bi rengekî şexsî xwedî çekê ne û ev yek jî di mijara biçekbûnê de DYE'yê dike welatê sereke.

YÊN KU TRÛMP WEKE QEHREMANEKÎ DIDÎTIN

Di dema serdegirtina Capîtoleyê de kesekî bal dikişand ku porê xwe bi şêweyê Çermsoran jê kiribû û qiloçên bîzon danîbû serê xwe. Navê koma ku ev kes endamê wê ye QAnon e ku bi teoriyên xwe yên komplogeriyê naskirî ye. Li gorî hin endaman, ev koma ji Arîzona hat, Trûmp weke 'qehremanekî' dibîne û ji endamên vê komê Jake Angelî sînyala serdegirtinê daye.

KOMÊN RASTGIRIYA TUND Û KOMPLOGER

Li gorî saziya çavdêriyê ya bi navê Soûthern Poverty Law Center, di nava kesên tevlî serdegirtinê bûn, gelek kesên ji komên nijadperestên spî yên li Vîrgînîayê hatin tespîtkirin. hate ragihandin ku yek ji beşdarên serdegirtinê, ji organîzatorên çalakiya rastgiriya tund a li Charlottesvîlleyê ye, ku di Tebaxa 2017'an de jinek ji aliyê sempatîzanên Neonazî ve di wê çalakiyê de hatibû kuştin.

Komeke din a ku bi dirûşma 'Welat ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bike' li ser Twîtterê peyaman diweşîne, tê gotin ku ji Kalîforniyayê hatiye paytextê û tevlî serdegirtinê bûye. Di parvekirinên yek ji endamên vê komê de ku di serdegirtinê de ji aliyê polîsan ve hate kuştin, agahiyên teoriyên komplogeriyê hebûn.