Di navbeyna Hollanda û Rûsyayê de şerê sîber!

Wezîrê Berevaniyê yê Hollandayê Ank Bijleveld got welatê wî bi Rûsyayê re di nav şerekî sîber de ye.

Îstîxbarata Hollanda Cotmehê gotibû wan 4 sîxûrên Rûs dersînor kirin. Bûyerê xwe disparta meha Nîsanê. Li gorî Hollandayê sîxûrên Rûs xwe hazir dikirin ku êrîşê bibin ser Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî  ya li Laheyê.

Wezîr Bijleveld tevlî bernameyeke qenala radyo-televizyonê ya Hollanda NPO'yê bû û got, ''Tiştên ku dibin bi rastî jî pir taloke ne''. Li ser pirseke nûçegihan ku gotibû bê ka rewşa di navbeyna Rûsya û Hollandayê de 'şerê sîber e'' yan na, Wezîrê Berevaniyê yê Hollanda Bijleveld got, ''Belê, rewş wiha ye''.
Moskowê îdîaya êrîşa li ser Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi tûmî red kir û di daxuyaniyê de, ya ku roja Duşemê hate dayin, li ser dersînorkirina sîxûrên Rûs got, ''tiştin şaş hatine fêhmkirin''. Wezîrê Berevaniyê yê Rûs Sergey Lavrov got, 'geşteke rûtîn e''.

Bijleveld jî got, ''Mirov bi rengê cuda her roj hewl didin dest li jiyana me werdin, bandorê li demokrasiya me bikin''.

Wezîrê Berevaniyê got, ''Divê em xwe ji dilpakiya ji vê qadê xilas bikin û tevdîtan bistînin. Ji bo vê jî girîng bû ku em helwdana êrîşa sîber a sîxûrên Rûs bi raya giştî re par ve bikin''.