Di navbera Erebîstana Siûdî û Kanadayê de krîza dîplomatîk

Erebîstana Siûdî têkiliyên bazirganî û dîplomatîk ên bi Kanadayê re bi hinceta ‘mudaxeleya karê hundir’ sekinand.

Ev demek e di navbera Erebîstana Siûdî û Kanadayê de alozî heye. Li Riyadê destgîrkirina hinek parêzvanên mafê mirovan û bertekên Kanadayê bûbû sedema krîza dîplomatîk.

Erebîstana Siûdî sefîrê Kanadayê yê li Riyadê weke kesê nayê xwestin îlan kir. Li gorî Erebîstana Siûdî sefîr hate dersînorkirin, li gorî Kanadayê sefîr bi paş ve hate kişandin.

Erebîstana Siûdî dawaza berdana parêzvanan û li beramberî girtinan îfadeya ‘gumanên kûr’ ya Kanadayê weke ‘mudaxeleya karê hundir’ nirxand. Wezîrê Karê Derve yê Erebîstana Siûdî bertek nîşan da û wiha got; “Bi ti awayî mudaxele nayê qebûlkirin.”

Erebîstana Siûdî weke bersivdayinê hemû têkiliyên bazirganî û dîplomatîk ên bi Kanadayê re qut kir.

Erebîstana Siûdî bertekên Kanadayê ku were ‘êrîşê’ dibîne, tedbirîn bigire wiha rêz kir:

Di navbera herdu welatan de sekinandina hemû karên razemenî û bazirganiyê.

Sefîrê Kanadayê weke kesê nayê xwestin îlan were kirin û di nava 24 seatan de divê welat biterikîne.

Paşvekişandina Sefîrê Siûdî yê li Kanadayê.