Di hilbijartinên NRW'ê de CDU bi ser ket

Di hilbijartinên xwecihî yên NRW'ê de ku eyaleta herî mezin a Elmanyayê ye, partiya desthilatdar CDU bi ser ket. Sosyal demokratan kêm kir, partiya Keskan jî zêde kir. Hilbijartina şaredarên Koln, Dusseldorf û Dortmûndê ji tûra duyemîn re ma.

Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) bi 14 milyon û 200 hezar hilbijêrên xwe, eyaleta herî mezin a Elmanyayê ye. Li NRW'ê doh li bajar û navçeyan, ji bo hilbijartina meclîsan û şaredaran sindoqên hilbijartinê hatin danîn. Li gel şewba vîrûsa koronayê jî li gorî hilbijartina beriya niha rêjeya tevlîbûnê 51 ji sedî bû.

Li NRW'ê ku hejmara Kurdistaniyan lê zêde ye, encam zêde neguherî. Partiya Demokratên Xirisityan (CDU) a Serokwezîr Angela Merkel, li gorî hilbijartinên sala 2017'an ên li eyaletê dengê xwe bi rêjeya 3 ji sedî zêde kir û bi 36.2 ji sedî di hilbijartinên doh de bi ser ket.

Partiya Sosyal Demokratan (SPD) li NRW'ê di hilbijartinên doh de jî dengê xwe kêm kir. SPD'ê li gorî hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an bi 8 pûanan kêm kir û daket rêjeya 23.7 ji sedî. Berevajî Sosyal Demokratan, Partiya Keskan rêjeya dengê xwe zêde kir. Li gorî hilbijartina beriya niha bi 8 pûanan zêde kir û 19 ji sedî yê dengan wergirt.

ENCAM WÊ BI KÊRÎ LASCHET WERE

Rêjeya dengan a partiyên din wiha ne: Alternatîf ji bo Elmanyayê ya rastgiriya tund (AfD) 5.9 ji sedî, Partiya Demokratên Azad (FDP) 4.3 ji sedî, Partiya Çep 3.7 ji sedî. Hilbijartinên doh ji bo Serokwezîrê eyaletê yê ji CDU Armîn Laschet gelekî girîng bû. Ji ber ku CDU wê meha Kanûnê kongreya xwe pêk bîne û seroka/ê xwe yê giştî hilbijêre.

Seroka niha ya partiyê Annegret Kramp-Karrenbaûer û serokwezîr Merkel wê di kongreyê de nebin namzet. Lewma di nava sê namzetan de yê herî xurt Laschet xuya dike. Piştî Laschet Frîedrîch Mert û Noberbert Rottgen tên. CDU wê di heman kongreyê de wê namzeta/ê xwe yê ji bo serokwezîriyê hilbijêre ku hilbijartinên federal wê payîza sala bê pêk were. Li gorî şîroveyên çapemeniya Elman, Laschet nebe serokê giştî jî piştî vê serketina hilbijartinê dibe ku bibe namzetê serokwezaretiyê.

GELO ŞAREDARA KOLNÊ WÊ JI NÛ VE BÊ HILBIJARTIN?

Hilbijartina Şaredarên bajarên Koln, Dusseldorf û Dortmûndê ku sê bajarên mezin ên eyaletê ne, ji tûra duyemîn a hilbijartinê re man ku wê di 27'ê Îlonê de pêk were. Hilbijartina li Dusseldorf û Dortmûndê wê di navbera namzetên SPD û CDU de pêk were. Li Kolnê jî ku li Meclîsa Şaredariyê partiya Keskan piraniya endaman bi dest xistiye, hilbijartin wê di navbera Henrîette Reker û ji SPD'ê Andras Kossîskî de pêk were.