Di hevdîtinên Talîban-hikûmetê de mijarên giran li masê ne

Tevgera Talîban û hikûmeta Efgan Şemiyê dest bi danûstandinên fermî kirinn. Di roja duyan de agirbesta mayinde li ser masê ye.

Dema merasîma destpêkê ya danûstandinên Şemiyê hikûmet û DYE jî di nav de hevalbendên wan li ser agirbeestê rawestiyan. Lê Talîbanan hê behsa agirbestê nekirine.

Berpirsê pêvajoya aştiyê ya hikûmetê Evdile Evdile ji AFP'ê re axivî û got, ''Talîban di ber berdana girtiyan de ew dikarin agirbestê qebûl bikin.''

Evdile got, ''Pêkan e ku Talîban pêşbîniya vê vebijêrkê bikin.'' Bi çarçoweya peymana dîrokî ya Sibatê di navbeyna DYE û Talîbanan de hikûmetê di dema nêz  de 5 hezar girtiyên Talîban berdabûn. Talîbanan jî derdora hezar polîs û leşkerî berdabû.

Evdile got agirbest wê girêdayî, ''raman an jî daxwazên'' Talîbanan be.

Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo dema destpêka danûstandinan li Dohayê axivî û got, ''Bêguman di roj, heftî an jî mehên pêş de bi çarçoweya danûstandinan em ê li ser gelek arîşeyan rawestin.'' Pompeo bang li aliyan kir ku ji bo nifşên siberojê 'fersend'an binirxînin.