Di êrîşa Yemenê de bi dehan sivîl mirin

Li Yemenê ku ji bo şerê navxwe bi dawî bibe meha pêş wê hevdîtinên aştiyê wê dest pê bikira, êrîşek çêbû û 55 sivil hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Xeça Sor a Navnetewî (ÎCRC), di êrîşa ser bajarê Hudeydê de bi kêmanî 170 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de êrîşa hewayî ya Pêrşemê ya ser Hudeydê hate şermezarkirin, nehate gotin bê kar êrîş ji hêla kîjan hêzê ve hatiye kirin.

Êrîşa li ser Hudeydê di navbeyna Nexweşxaneya El Tavra û cihekî bazarê de pêk hatibû.

Neteweyên Yekbûyî (NY) Pêrşemê daxuyaniyeke dabû, gotibû ji bo şerê di navbeyna Husiyên bi destka Îranê û hêzên bi ser Mansûr Hadî yê Serokkomar, ku  Siûdî destek didiyê, bi dawî bibe wê hevdîtinên aştiyê dest pê bikin. Hevdîtinên aştiyê 6’ê Îlonê wê li Cinêvê dest pê bikin.