Di êrîşa Tehranê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Îranê di êrîşên hemwext ên li hember avahiya parlementoyê û gora Xumeynî de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, 42 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku her 6 êrîşkar jî hatine kuştin.

Li paytext Tahran a Îranê, encamên êrîşên hemwest ên di saetên sibehê de li hember avahiya parelementoyê û gora Serokê Şoreşa Îslamî Ruhulah Xumeynî diyar dibe.

Li Îranê li gor daxuyaniyên fermî, di êrîşa ku DAIŞ’ê girt ser xwe de, 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, 42 kes jî birîndar bûne. Her wiha li avahiya parlementoyê 4, li ser gora Xumeynî jî 2 kes hatine kuştin. Her wiha hate diyarkirin ku li her du deveran jî yek kesî bombeya li ser xwe teqandine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê sîxûriya Îranê ve hate dayîn, li her du deveran komekî ji 4 kesan pêk dihatin êrîş kirine û êrîşa koma siyemîn jî asteng kirine. Cigirê Wezîrê Karê Derve Huseyîn Zulfîkarî, diyar kir ku êrîşkaran cilên jinan li xwe kirine û wisa ketine avahiya parlementoyê.

Zulfîkarî yê ku ji televîzyona dewletê ya Îanê re axivî, diyar kir ku civîna Konseya Ewlekariya Mîllî wê di nava çend saetên pêş de bê lidarxistin.

Hat diyarkirin ku li Tahranê rewş hatiye kontrolkirin.