Di êrîşa li Mogadîşûyê de 11 kes mirin, 15 jî birîndar bûn
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê di êrîşa çeteyên Şebapê de, alîkarê wezîr jî di nav de 11 kes mirin .
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê di êrîşa çeteyên Şebapê de, alîkarê wezîr jî di nav de 11 kes mirin .
Hate diyar kirin ku êrîş bi teqandina du bombeyan a li nêzî ketina avahiya Wezareta Karûbarên Kar pêk hatiye. Diyar bû piştî teqandina bombeyan êrîşkar derbasî wezaretê bûne û gule li derdor reşandine.
Rayedarên tenduristiyê ragihandin ku di êrîşê de 11 kes mirin e û 15 kes jî birîndar bûne. Senator Îlyaz Alî Hassan ragihand ku di nava kesên mirî de alîkarê Wezîrê Karên Civakî Saqar Îbrahîm Abdalllah jî heye.