Di doza Zarrab de gelek xebatkarên Halkbankê şahid in

Di dozê de ku AKP û Erdogan hewl didin pêşî lê bigirin, hat ragihandin ku wê weke 'şahid' li Reza Zarrab bê guhdarîkirin. Her wiha îdîayên bertîlê yê navbera Erdogan û şêwirmendê Trûmp ê ji wezîfeyê hate girtin Mîchael Flynn ketin rojevê.

Di dozê de Zarrab tê sûcdarkirin, ku bi salan di berdêla zêr de bazirganiya gazê ya AKP'ê bi Îranê re kiriye tê sûcdarkirin. Hatibû ragihandin ku Zarrab wê li xwe mikur bê. Hatibû îdîakirin ku dadgerê dozê Rîchard Bermann ji endamên jûrî yên duh hatin diyarkirin re gotiye, Alîkarê berê yê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla 'bersûcê yekane ye'.

Nûçegihanê New York Tîmesê Benjamîn Weîser li ser mijarê parvekirinek kir û gelek xebatkarên Halkbankê jî di nav de navê gelek şahidan par ve kir. Balkêş e ku di nava şahidan de karsazê ku weke hevkarê Zarrab tê naskirin û li Îranê ji ber sûcên bi heman rengî cezayê îdamê lê hatiye birîn Babek Zencanî jî heye.

NBC TÊKILIYA NAVBERA FLYNN Û AKP'Ê BI BÎR XIST

Di nûçeyeke qenala televîzyonê ya NBC News de hat ragihandin ku hê nayê zanîn bê Reza Zarrab agahiyên bi çi rengî daye dozgerên dozê. Lê di heman nûçeyê de hat destnîşankirin ku têkiliyên navbera Mîchael Flynn ê demekê şêwirmendî ji Trûmp re kir û ji ber têkiliyên bi guman ji wezîfeyê hate girtin, bi hikumeta Tirk re hatine lêpirsîn.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku beriya Zarrab hevkariyê bi dozgerên Amerîkî re bike, Erdogan ji rayedarên DYA'yî xwestiye ku dozê biqedînin û da zanîn ku piştî Alîkarê Serokê berê yê DYA Obama Joe Bîden, heman zext li rêveberiya Trûmp jî hatiye kirin. Di nûçeyê de hat gotin, ji lêpirsînerên Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) Robert Mueller, îdîayên ku dibêje; Erdogan bertîla ji 15 milyon dolarî pêşniyarî Flynn kiriye, lêpirsîn kiriye.

Li gorî nûçeyê, di berdêla vê bertîlê de ji Flynn hatiye xwestin ku ji bo radestkirina Fethûllah Gulen û xistina 'doza Zarrab' pozîsyona xwe ya Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî bi kar bîne.