Di dema Covîd-19 de metirsî û gefa şewba tayê mezin dibe

Bala cîhanê li ser têkoşîna li dijî şewba Covîd-19 ye. Di demeke wiha de li parzemîna Efrîkayê ku ji ber tevdîrên şewbê alîkarî nayê şandin, jiyana bi sed hezaran mirovî ji ber tayê di metirsiyê de ye.

Piştî ku şewba Covîd-19 veguherî pandemiyê, gelek welatan yekser sînorên xwe girtin û liv û tevgera li nava bajaran sekinandin.

Ji ber tevdîrên dijî şewbê malbat zarokên xwe nabin navendên tenduristiyê, ku ev yek rîska belavbûna gelek şewbên din zêde dike. Ya sereke jî şewba tayê ye.

Ji ber ku qedexeyên di dema Covîd-19 de hatin ragihandin, malzemeyên tenduristiyê û derman ên pêwîst negihîştin welatên Efrîkayê.

Li gorî Dîrektorê Herêma Efrîkayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Mathsîdîso Moetî, ji ber şewba Covîd-19 ew nikarin xizmet û alîkariya tenduristiyê bigihînin gelek welatan. Moetî ragihand, parzemîna Efrîkayê di 20 salên dawî de li dijî şewba tayê gelekî bi pêş ve çûye û destnîşan kir, ya girîng ew e ku careke din li rewşa xwe ya berê venegere.

Ji ber şewba Covîd-19 mêşkujên ku li dijî kelmêşan dihatin belavkirin kêm bû. Li gorî WHO'yê, mêşkujên ku diviyabû îsal bihatina belavkirin negihîştine 41 welatan. Her wiha di asta 75 ji sedî de mirov ji dermana tayê bêpar mane.

MIRINA JI BER TAYÊ BI DU QATÎ ZÊDE BÛYE

Ji ber vê yekê jî li gelek welatên Efrîkayê metirsî heye ku hejmara mirovên ji ber tayê jiyana xwe ji dest didin zêde bibin ku di nava 20 salên dawî de bi rêk û pêk kêm bûbû.

Li gorî vê yekê, îsal mirina ji ber tayê li gorî sala 2018'an wê bi du qatî zêde bibe û dibe ku 769 kes jiyana xwe ji dest bidin.

DU JI SÊ PARAN ZAROKÊN KÊMÎ 5 SALÎ NE

Bîlançoya herî giran a mirina ji ber tayê li nava zarokên kêmî 5 salî ne. Du ji sê parên mirina ji ber tayê ya sala 2018'an a li Efrîkayê ji nava vê koma zarokan bû. Bi giştî 272 hezar zarokên kêm 5 salî jiyana xwe ji dest dabûn.

FON KÊM IN

Ji bo têkoşîna li dijî tayê bi ser bikeve, fonên jê re hatine veqetandin divê bên zêdekirin. Ji sala 2018'an û pê ve bi rêya WHO'yê 2.8 milyar dolar fon ji welatên cîhanê hatibû veqetandin. Lê belê ji bo kêmkirina mirina ji ber tayê pêwîstî herî kêm bi 5 milyar dolarî heye.