Di cîhana Ereban de cara yekem: Beşîr wê ji ber darbeyê bê darezandin

Dîktator Omer El Beşîr ê di encama serhildana gel a li Sûdanê de ji erkê hate girtin, roja Sêşemê wê derkeve pêşberî dadgehê. Beşîr ê ji darbeya 1989’an tê sûcdarkirin, dibe cezayê darvekirinê lê bê birîn.

Doza Beşîr a ku wê roja Sêşemê destpê bike, ev yek ji di cîhana Ereban de cara yekê ye dibe, nexasim di dîroka nêzîk de mînakeke ku berpirsê darbeyeke ku bi serketî, bê darezandin tine.

Lîderê Lîbya Mûammer Kaddafî di sala 1969’an de sîstema monarşî hilweşand lê bi mudaxeleyeke NATO ya bi xwîn re Tebaxa 2011’an hate kuştin. Dîktatorê Iraqê Saddam Huseyîn û dîktatorê Misrê Husnû Mubarek ji ber sedemên din hatibûn darezadnin. Serokkomarê berê yê şoreşa Tunûsê Zeynel Abidîn Bîn Alî jî 2011’an revîbû Erebîstana Siûdî.

Dîktatorê Sûdan El Beşîr, alîkarê berê yê Serokkomar Alî Osman Teha û General Bakir Hasan Salih jî di nav de 10 leşker û li gel 6 sivîlan wê li ser kursiyê bersûc rûnin.

El Beşîr piştî lêpirsîna ji aliyê buroya dozgeriyê ve tê birêvebirin û şûnde, wê li dadgehek xwedî sê dadgerên taybet bê darezandin.

30’ê Hezîrana 1989’an li ser radyona Sûdanê hatibû ragihandin ku darbe hatiye kirin. Artêşê balafirgeh girtibû, rêveberên siyasî yên bingehîn hatibûn destgîrkirin, di serî de parlemento û saziyên hikûmetê hatibûn girtin.

Piştî darbeyê û şûnde Beşîr bi qasî 30 salan li ser desthilatê ma. El Beşîr piştî serhildana gel a nêzî 4 mehan û şûnde 11’ê Nîsana 2019’an hate hilweşandin û girtin.