Di Çileyê de Trûmp gelek caran ji ber koronayê hatiye hişyarkirin

Serokê DYE’yê Donald Trûmp yê ku dixwest bila Çîn hesap bide, ji meha Çileyê û vir ve herî kêm 12 caran hatiye hişyarkirin.

Li gorî Serokê DYE’yê Donald Trûmp ji ber koronavîrusê divê Çîn hesap bide. Trûmp dixwaze Çîn bi milyar dolaran tazmînatê bide.

Lê li gorî rojnameya Washîngton Postê dema ku Trûmp bi çavekî biçûk li vîrusê dinihêrî, serwîsên wî yên îstîxbaratê gelek caran ew hişyar kiriye. Hate diyarkirin ku di mehên Çile û Sibatê de piraniya wan belgeyên nepen, 12 caran rapor pêşkêşî Trûmp hatiye kirin.

Li gorî Washîngton Postê derbarê belavbûna vîrusê, kapasîteya Çînê ya tunekirina vîrusê û agahiyên li ser belavbûnê hatiye pêşkêşkirin. Tê diyarkirin ku di van raporan de qala encamên giran ên krîza siyasî û ekonomîk hatiye kirin.

Li gorî kesên derdora wî, Trûmp ev rapor nedixwend û li tiştekî guhdarî nedikir.

Trûmp ber bi dawiya meha Çileyê ve hatin û çûyîna di navbera Çîn û DYE’yê de asteng kiribû lê heta dawiya meha Sibatê jî bi çavekî biçûk li vê xetereyê dinihêrî. Ji bo îlankirina rewşa lezgîn a neteweyî heta 13’ê Adarê sekinî. Piştî ku bazarên malî hilweşiya û li New Yorkê hejmara nexweşan zêde bû, ev tişt pêk hat.