Bi tevlîbûna nêzî 40 xwendekaran 1’ê Nîsanê li zanîngeha Tokyoyê dersên Kurdî destpê kirin. Dersên ku ji hêla Vakkas Çolak ê Endamê Hîndekariya Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê tên dayîn, piranî xwendekarên Japonî tevlî dibin.
Li zanîngehê, dersên Kurdî ket nava dersên ku herî zêde tê bijartin. Ligel Japoniyan, xwendekarên Çîn û Taywanê yên li zanîngehê dixwînin jî Kurdî dibijêrin.
Piştî ku li zanîngehê dersên Kurdî destpê kirin, Wezareta Tirk a Karê Derve, ji bo astengkirina dersan kete nav hewldanan. Hîndekar Çolak, destnîşan kir ku dersên Kurdî ji bo Akademiya Japonyayê gaveke gelek girîng e û da zanîn ku wê hewldanên Dewleta Tirk negihijin encamê.
Çolak, diyar kir ji çavkaniyên Wezareta Derve ya Japonyayê fêr bûye ku Dewleta Tirk serî li hewldaneke wiha daye û diyar kir ku ev mijar di bin ewlehiya destûra bingehîn a Japonyayê de ye û bawer dike ku wezatê bersiva pêwîst daye Wezareta Tirk.
Çolak da zanîn ku wê ders bi demdirêjî bidomin.