Deriyê sînor ê navbera Pakistan û Efganistanê jinûve vebû

Deriyê sînor ê navbera Efganistan û Pakistanê ku deh rojan girtî bû, jinûve hate vekirin.

Rayedarekî Pakistanî yê li ser sînor, bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji AFP'ê re axivî û piştrast kir ku deriyê sînor jinûve hatiye vekirin û got, ev yek di encama danûstandinên navbera Îslamabad û Kabûlê de pêk hatiye.

Rayedar got, "Di dema hevdîtinan de li hev hate kirin ku heta 31'ê Adarê ajokarên Pakistanî û Efgan bêyî vîze yan jî pasaportê dikarin sînor derbas bikin."

Heman rayedarî got, "Lê belê ji 1'ê Nîsanê û pê ve hem vîze hem jî pasaport wê pêwîst bike."

Rayedarekî Efgan ê li deriyê sînor ê Torkhamê Abdul Cabbar Hîkmet anî ziman ku Pakistanê dawiya dawî qebûl kir ku ajokarên Efgan 'bêyî pasaport an jî vîzeyê' derbasî xaka xwe bibin û got, "Wesayitên barhilgir wê karibin derbas bibin."

Gelek Efgan xwedî pasaport nînin. Qereqola Torkhamê ji ber zexta Îslamabadê ya dersînorkirina Efganên li Pakistanê û şidandina şert û mercên ketina welêt, mehên dawî çend caran hatibû girtin.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, ji meha Îlonê û vir ve zêdeyî nîv milyon Efgan ji Pakistanê vegeriyan welatê xwe.