Daxuyaniya ji nexweşxaneyê: Tedawiya Onder ber bi başiyê ve diçe
Doktoran têkildarî rewşa Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û diyar kirin ku tedawiya Onder ber bi başiyê ve diçe.
Doktoran têkildarî rewşa Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û diyar kirin ku tedawiya Onder ber bi başiyê ve diçe.
Sirri Sureyya Onder şeva 15'ê Nîsanê ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û piştî emeliyata ji 12 saetan ew xistin beşa çavdêriya awarte.
Ji nexweşxaneya li Stenbolê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku tedawiya Onder ber bi başiyê ve diçe.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi giştî bersiveke baş dide tedawiya me. Pêvajoya çavdêriya awarte 24 saet in dewam dike. Parametreyên wî sererast dibin, tansiyon û herikîna xwînê li gorî doh normal e."