Danûstandinên navbera YE-Brîtanyayê bi pêş ve naçin
Danûstandinên Brexîtê yên navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Brîtanyayê, çar roj li pey xwe hişt, lê tê gotin ku hê pêşketin nîne.
Danûstandinên Brexîtê yên navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Brîtanyayê, çar roj li pey xwe hişt, lê tê gotin ku hê pêşketin nîne.
Danûstandinên ji bo derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) dewam dikin. Ji Londonê tê xwestin, ku pozîsyona xwe ya li ser mijarên bingehîn ên lihevnekirinê biguherîne.
Li gorî agahiyan, di danûstandinan de hê pêşketin nîne. Li ser rewşa welatiyên Brîtanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê û 100 mîlyar Euroyê ku Yekîtiya Ewropa daxwaza wê dike, li hev nayê kirin.
Yek ji xalên lihevnekirinê, siberoja 3,2 mîlyon welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên li Brîtanyayê dijîn û 1,2 mîlyon Brîtanyayiyên li welatên Yekîtiya Ewropayê dijîn e. Tê xwestin, ku mafê mayin û xebatê yê van welatiyan bê parastin.
Her wiha tê gotin, ku derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê wê 100 mîlyar Euro maliyetê bi xwe re bîne û ji Brîtanyayê tê xwestini ku vî pereyî bide.
Serokê heyeta ku li ser navê Yekîtiya Ewropayê danûstandinan dike Mîchael Barnîer bang li Brîtanyayê kir, ku bi taybetî di mijara malî de pozîsyona xwe heta dawiya meha Tebaxê zelal bike.