Covid-19: Zêdeyî 1700 kes mirin

Vîrûsa Korona ya nû Covid-19 ku meha Kanûnê li Çînê derkete holê bû sedema mirina zêdeyî 1700 kesî. 5 ji kesên jiyana xwe ji dest dan li derveyî Çînê ne.

Vîrûsa Korona ya nû ku navê Covid-19 lê tê kirin, di meha Kanûnê de li bajarê Wûhanê derkete holê ku nifûsa xwe 11 milyon e. Heta niha hatiye tespîtkirin ku li Çînê zêdeyî 68 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li derveyî Çînê li dora 30 welat û herêman nêzî 600 kes bi vîrûsê ketine. Roja Înê yekemcar nexweşek li parzemîna Efrîkayê hate tespîtkirin. Yekane kesê li derveyî Asyayê jiyana xwe ji dest da, li Fransayê bû.

Li gorî welatan û herêman vîrûs bi vî rengî belav bûye:

ÇÎN

Li Çînê (Herêmên xweser ên Hong Kong û Macao ne di nav de) heta roja Yekşemê 1.665 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku hejmara mirovên bi vîrûsê ketin jî 68 hezar û 500 kes in. Bi giranî li paytexta wîlayeta Hûbeî Wûhanê mirovan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber vîrûsê li herêma nîv xweser Hong Kongê kesekî jiyana xwe ji dest da. Heta niha 57 kesên bi vîrûsê hatine tespîtkirin.

Li herêma Macao jî 10 kesên bi vîrûsê hatin tespîtkirin.

ASYA PASÎFÎK

Asya Rojhilat

Koreya Başûr: 28 nexweş

Japonya: 59 nexweş. Yekî jiyana xwe ji dest da. Herî kêm 355 kes li keştiyeke li Yokohama xistin karantînayê.

Tayvan: 20 nexweş. Yekî roja Yekşemê jiyana xwe ji dest da.

Asya Başûr Rojhilat

Kamboçya: 1 nexweş

Malezya: 22 nexweş

Fîlîpîn: 3 nexweş; Yekî li Manîla jiyana xwe ji dest da. Çîniyekî ji Wûhanê bû.

Singapur: 75 nexweş

Tayland: 34 nexweş

Vietnam: 16 nexweş

Asya Başûr

Hindistan: 3 nexweş

Nepal: 1 nexweş

Sri Lanka: 1 nexweş

Sri Lanka: 1 nexweş

AWÛSTRALYA

15 nexweş

PARZEMÎNA EMERÎKA

Kanada: 8 nexweş

DYE: 15 nexweş

EWROPA

Yekîtiya Ewropa

Elmanya: 16 nexweş

Belçîka: 1 nexweş

Spanya: 2 nexweş

Filandiya: 1 nexweş

Fransa: 12 nexweş, yek jê roja Şemiyê jiyana xwe ji dest da.

Îtalya: 3 nexweş

Swêd: 1 nexweş

QRALIYETA YEKBÛYÎ

9 nexweş

RÛSYA

2 nexweş, her du jî ji nexweşxaneyê derketin.

ROJHILATA NAVÎN

Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî: 9 nexweş

EFRÎKA

Misir: 1 nexweş