Covîd-19: Li gorî ÛNICEF’ê rîska li ser zarokan zêde bû
Fona Alîkariyê ya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên hevpar diyar kirin ku ji ber şewba Covîd-19’ê ji ber înternetê li ser zarokan rîsk ava dibe.
Fona Alîkariyê ya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên hevpar diyar kirin ku ji ber şewba Covîd-19’ê ji ber înternetê li ser zarokan rîsk ava dibe.
Gerînendeyê Giştî yê Hevkariya Cîhanê ya ji bo Rakirina Şîddeta li ser Zarokan Howard Taylor got ku “Bi vê şewbê re êdî mirov zêde li ber ekranan dimînin. Ji ber girtina saziyên perwerdehiyê û da ku zarok ji cîhana derve qut nebin, malbatan berê xwe dan teknolojiyê. Ji ber vê jî dema zarok dikevin înternetê tecrubeya wan a xweparastinê tune.”
Li gorî ÛNICEF’ê ji ber girtina dibistanan bandor li milyar û nîvek zarokan hate kirin. UNICEF’ê got ku “Ji ber ku di înternetê de zêde wexta xwe derbas dikin, ev tişt ji bo zarokan dibe rîsk û di heman demê de dibe ku zarok rastî tiştên bi şîddet jî werin.”
UNICEF û saziyên têkildar bang li dewlet, sektorên ragihandinê, perwerdekar û malbatan kir ku bila bihisyar tevbigerin û ji bo kêmkirina rîska li ser zarokan tevdîran werbigirin.