Bi belavbûna pandemiya Covîd-19 fikarên li ser bandora giran a li qada siyasî, aborî û civakî zêde bûn.
WFP: HEJMARA MIROVÊN LI SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ NE DIBE KU BI DU QATÎ ZÊDE BIBE
Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) hişyarî da ku sala 2020'an hejmara mirovên di asta birçîbûnê de ne dibe ku bi du qatî zêde bibe. WFP'ê diyar kir, "Hejmara mirovên bi rengekî giran di nava lepên birçîbûnê de ne, ji ber pandemiya Covîd-19 dibe ku bi du qatî zêde bibe û heta dawiya sala 2020'an ji 250 milyon mirovî derbas bibe."
Li gorî raporeke saziyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara mirovên di asta birçîbûnê de ne sala 2019'an ji ber şer, pirsgirêkên avhewayê û şoqên aboriyê ji 113 milyon kesî gihîşt 135 milyon kesî. WFP'ê hişyarî da, dibe ku krîza însanî ya global rû bide.
ÎLO: BANDOREKE GIRAN LI KARKER Û KARSAZAN DIKE
Rêxistian Kar a Navneteweyî (ÎLO) jî roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir, "Krîza Covîd-19 bandoreke hilweşîner li karker û karsazan dike." ÎLO'yê ragihand ku li her sektorê wê kar û hilberîn kêm bibe.