Comey: Trûmp ji min xwest ku lêpirsîna Flynn bisekinînim

Dîrektorê berê yê FBI James Comey, ku ji aliyê Serokê DYA Donald Trûmp ve ji wezîfeyê hate girtin, îdîa kir ku Trûmp jê xwestiye, ew lêpirsîna il ser şêwirmendê wî yê berê Mîchael Flynn rawestîne.

Têkiliyên bi Rûsya û Tirkiyeyê re yên Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYA Donald Trûmp Mîchael Flynn hatibû eşkerekirin û Flynn piştre ji wezîfeyê hatibû girtin. Bi hinceta ku Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) Flynn xistiye ber lêpirsînê, Dîrektorê FBI James Comey, di 9'ê Gulan'ê de ji aliyê Trûmp ve ji wezîfeyê hatibû girtin.

Têkildarî vê lêpirsîna ku gelekî tehde li Donald Trûmp kir, Dîrektorê berê yê FBI James Comey bi rengekî nivîskî îfade da Kongreya Amerîkayê û îdîa kir, ku ji wî hatiye xwestin ji bo lêpirsînê biqedîne.

Flynn di îfadeya xwe de nivîsand, ku di hevdîtina 14'ê Sibatê ya bi Donald Trûmp re, jê re hatiye gotin, "Hêvîdar im hûn ê rêyekê bibînin ji bo dest ji vê (lêpirsîn) berdin. Dest ji Flynn berdin. Ew mirovekî baş e." Comey ragihand, mebesta wî lêpirsîna ji ber daxuyaniyên derew ên Trûmp ên li ser hevdîtinên Mîchael Flynn ên meha Kanûnê yên bi Sefîrê Bilind ê Rûsyayê re ye.

Comey diyar kir, FBI buroyeke lêpirsînê ya serbixwe ye û anî ziman, ku wî daxwaza Trûmp a ji wî hate kirin, bi fikar dîtiye.

Comey îdîa kir, ku roja 27'ê Çileyê de li Qesra Spî wî bi Donald Trûmp re xwarin xwariye û di vê demê de Trûmp jê re gotiye ku ew li benda 'dilsoziya wî' ye.

Tevî îfadeya ji 7 rûpelan, tê payin ku James Comey îro li Komîsyona Îstîxbaratê ya Senatoyê li pêşberî endamên çapemeniyê îfadeyê bide.

Ji rêxistinên din ên îstîxbaratê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA; Dîrektorê Ajansa Ewlekariya Neteweyî (NSA) Mîchael Rogers û Dîrektorê Îstîxbarata Neteweyî Danîel Coats gotibûn, Donald Trûmp dest li wan wernedaye. Rogers leşkerekî berê ye. Coats jî berê senatorekî Partiya Komargeran bû.