Ciwanên Misilman û Yahûdî wê serdana  Auschwîtzê bikin

Komeke ciwan a Misilman û Yahûdî ji bo ku balê bikişînin ser dijminatiya li Yahûdiyan û dijberiya koçberan a li Elmanyayê wê serdana kampa Auschwîtzê bikin, ku bi sed hezaran Yahûdî lê hatibûn kuştin û tevlî bernameya perwerdehiyê bibin.

Konseya Navendî ya Misilmanên Elmanyayê (ZMD) û Yekîtiya Yahûdiyên Progresîf (UPJ) di navbeyna 6-10’ê Tebaxê de plana serdaneke hevpar a perwerdehiyê dikin. Koçberên Misilman ên li Elmanya dijîn û ciwanên Yahûdî jî wê tevlî serdana perwerdehiyê ya li Auschwîtzê bibin.

Di serdanê de her wiha Misilman û Yahûdî wê merasîmeke hevpar bikin. Di serdana perwerdehiyê de wê Serokwezîrê ji Partiya Çepgir a Eyaleta Thurîngenê Bodo Ramelow û Serokwezîrê Eyaleta Schelwîg-Holsteînê Danîel Gunther jî hazir bin.

Merasîma bîranînê 9’ê Tebaxê 2018’an li ber deriyê têketê ya kampê wê dest pê bike. Haham Dr. Henry Brandt û Serokê Desteya Rêveber a ZMD’ê Aîman Mazyek jî di merasîmê de wê biaxivin.

ZMD ku bi salan e  bi komên Penaber û Misilman re serdana kampên serhevkirinê pêk tîne, cara pêşî wê li Auschwîtzê serdana perwerdehiyê bike. Di nav beşdaran de wê Serokê Desteya Rêveber a UPJ’ê Haham Prof. Dr Walter Homolka jî hebe.

Di kampna Auschwîtz-Bîrkenau  de, ku li xaka Polonya ya Elmanya Nazî de bû, di navbeyna 1940-1945’an de 400 hezar Yahûdî hatibûn girtin. Tê texmînkirin ku li  kampa Auschwîztê 1 milyon jê Yahûdî 1,1 milyon mirov lê hatin kuştin.