Cinêv-8 a bê encam

Hevdîtinên Cinêv-8 a bi mijara Sûriye encam nagire.

Tûra hevdîtinên Cinêv-8 a di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatiye destpêkirin dewam dike. Piştî hevdîtina heyeta rejîmê ya li gel Nûnerê Herdemî yê NY yê Sûriye Beşar El Caferî,li gel Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriye Staffan de Mîstûra ku li buroya Cinêv a NY hate kirin û şûnde daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Serokê Heyeta Rejîmê Beşar El Caferî diyar kir ku weke heyeta rejîmê wê sibe ji Cinêvê veqetin, têkildarî biryara tevlîbûn û netevlîbûna hevdîtinên ku wê heta 15’ê Kanûnê bidomin jî, wê li Şamê biryara wê bigirin.

El Caferî destnîşan kir ku heyetên ‘muxalîf’ tevlî hevdîtinan dibin, zimanekî provakatîv bikar tîne û bi bêberpirsyartiyê sûcdar dike û got: “Ziman ku muxalefet bi kar tîne ji mercên pêşwext pêk tê. Ev jî li biryara hejmara 2254’an a Konseya Ewlekariya NY’yê hev nagirin.

El Caferî anî ziman ku zimanê ku muxalîf bikar tînin, li pêşiya xebatên Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê de Mîstûra jî dibe asteng, diyar kir ku di hevdîtinên hatin kirin de li ser şêwaz sekinîne, destnîşan kir ku hê neketine hundirê wê.”

Heyeta Rejîmê, rojekê direng tevlî hevdîtinên Cinêv ên 28’ê Mijdarê hatine destpêkirin bûne, dûh û îro di nav de du hevdîtin bi Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriye de Mîstûra re pêk anîne.

De Mîsûrta, di daxuyaniya xwe yên beriya niha de dabûn, şiyarî dabûn heyetan û gotibû ji gotûbêjên meşrûtyetkirina hevdu dûr bikevin, anîbû ziman ku divê hevdîtin bê şert û merc bên kirin.

Di hevdîtinên ku wê dawiya hefteyê navberê didinê de, tê plankirin ku roja Sêşemê ya hefteya pêşiya me ji nû ve destpê bike.