CDU û nîjatperest li dijî bîrdariya ji bo qurbaniyên NSU’yê derketin

Li dijî biryardariya ji bo piraniya wan koçber 10 kesên ku ji hêla rêxistina Naziyan NSU’yê ve hatin kuştin, ku doz bi salan dom kir, li gel rastigirên radîkal CDU ya li ser desthilatdariyê jî helwest nîşan da.

Ji hêla Rêxistina Binerd a Sostalîstê Nasyonalîst ve (NSU) 2000-2006’an di êrîşên bi ser koçberan de 9 kes hatibûn kuştin û her wiha memûrekî polîsan jî jiyana xwe ji dest dabû.

Hê dema ku doza li ser van kuştinan ku li welêt gelekî deng vedabû, dozê il Munîhê berdewam dikir, biryar hate dayin ku li eyaleta Thûrîngenê ji bo qurbaniyan bîrdariyek were danîn. Li eyaletê ku ji hêla koalîsyona çepgir a bi seroktiya Bodo Romelow ve, endamê Partia Dîe Lînke ve tê birêvebirin, destûr hate dayin ku bîrdarî were vekirin.

Di dengdana Parlamentaya Eyaletê ya Thûrîngê de Partiya Demokrat a Sostal (SPD) û Keskan û Dîe Lînke, 25 parlamenteran dengên ‘erê’ dan.

Helwesta Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyan a ku Serokwezîra Elmanya Angela Merkel li ser re,bal kişande ser xwe. Di dengdanê de partiya rastiyan Alternatîfa ji bo Elmanya (AfD) û CDU dengên ‘na’ dan.

Dîe Lînke, SPD û Keskan bal kişandin ser girîngiya bîrdariya ku li dijî kuştinên rêxistina rastgir a tundrew a NSU’yê û gotin armanca wan a hevpar ew e ku nefreta rastigr û nîjatperestî dixwaze civakê ber bi kû ve bibe.

Diyar bûbû ku yekîneyên lêpirsînê yên li eyaleta Thurîngenê ku demeke dirêj ji hêla CDU’yê ve tê birêvebirin,  derbarê endamên NSU’yê Beate Zschape, Uwe Mundlos û Uwe Bonghardt û alîkarê wan lêpirsîneke têrkar nekirine.