Çalakiya revandina balafirê ya li Maltayê hat bidawîkirin
Hat ragihandin ku alîgirên Kaddafî yên ku ji Lîbyayê balafirek rêwiyan revandin û li Maltayê danîn, çalakiya xwe ya dîlgirtinê bi temamî bi dawî kirine û teslîm bûne.
Hat ragihandin ku alîgirên Kaddafî yên ku ji Lîbyayê balafirek rêwiyan revandin û li Maltayê danîn, çalakiya xwe ya dîlgirtinê bi temamî bi dawî kirine û teslîm bûne.
Balafira rêwiyan a ji bajarê Sebha wê biçûba Trablûsê, vê sibehê hat revandin û li welatê giravê yê Behra Spî Maltayê hatibû danîn. Çalakgeran ku tê gotin endamê rêxistina El Fetîh el Gadîda ne û alîgirên Mûammer Kaddafî ne, bi gefa bombeyê ve 118 rêwî û xebatkar dîl girtibûn.
Di encama bazara hate kirin de, koma destpêkê ya rêwiyan ku ji 28 kesan pêk tê û jin û zarok di nav de hene, hatibûn berdan. Dûvre jî ji bilî çend endamên ekîba kabîneyê tevahî dîlgirtî hatibûn berdan.
Li gor daxuyaniya dawî ya Serokwezîrê Maltayê Joseph Mûscat, 2 çalakger piştî endamên kabîneyê yên dawî jî berdan, teslîm bûne.
Dema bazaran de hatibû îdîakirin ku çalakger dixwazin kurê Mûammer Kaddafî yê girtî Seyfulîslam Kaddafî bê berdan û daxwaza îltîcaya li Maltayê dikin.
Li Maltayê herî dawî sala 1985’an çalakiyek mîna vê ya revandina balafirê çêbibû û xwîn rijiyabû. Balafirek Misrê ji hêla endamên rêxistina Ebû Nîdal a Filîstînî hatibû revandin û li Maltayê danîbûn, lê hikûmeta Misrê daxwazên mîlîtanan li ber çav negirt û operasyonek leşkerî pêk anîbû. Di bûyerê de 2 endamên Ebû Nîdal û 60 rêwiyan jiyana xwe ji dest dabûn.