Caferî: Erdogan û malbata wî diziya petrolê kirin, MÎT'ê gaza sarin anî

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Caferî got li Sûriyê bi destê çeteyên DAÎŞ'ê diziya petrolê û gaza sirûştî kurê Erdogan rê ve biriye û her wiha diyar kir MÎT'ê gaza sarin ji Libyayê aniye Sûriyê.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Beşar Caferî ji beşa Tirkî ya ajansa Elman DW re axivî û mikurhatinên çeteyê Tirk Sedat Peker ê bi piştevaniya dewleta Tirk piştrast kir.

Caferî diyar kir ,''Têkilî tevgerên neçê yên bi çarçoweya van îdîayan û suîastîmalên rejîma Erdogan agahiyên teqez hene''.

Caferî bal kişande ser ku di destê wan de agahiyên teqez hene û got, ''Me 108 nameyên veşartî ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Sekreteriya Giştî û jêr komîsyonên têkoşîna dijî terorê re şandin, li ser têkiliya rejîma Erdogan a bi hezaran terorîst  re ku li Sûriyê sazkar in û mixabin ji sînorên me yên hevpar ên Tirkiyê hatine Sûriyê. Ez dixwazim diyar bikim tiştên ku Sedat Pekr gotî bi temamî rast in, piştrast dikim.''

Caferî li ser pirsa DW Tirkî, ''Têkilî hin navên Tirkiyê yên bi hin komen çekdar re yên li Sûriyê ku Peker gotî di dest wan de agahî hene yan na?'' Caferî wiha dibêje:

''Tiştên ku Sedat Peker li ser rejîma Erdogan -ew û endamên malbatê jî di nav de, ku têkilî diziya petrol, gaza me sirûştî, maden û dexlên me bûne, rast e. Ji ber ku me hemûyan dît ku sala 2015-2016'an bi destê DAÎŞ'ê diziya petrol û gaza m ya sirûştî ji hêla kurê Erdogan ve hatiye rêvebirin.''

Caferî got têkiliya hikûmta Tirk a bi hin komên Sûriyê re kûr bûye û mînaka Heysem Topalca ê li Tirkiyê da û weke Heysem El Kassar tê zanîn.

Caferî got kesê bi navê Heysem El Kassar Gulana 2013'an ji Libyayê 2 lître gaza sarine bi balafireke sivîl anî Stnbolê sîxûrê Rêxistina Îstîxbarata Millî (MÎT) a Tirk e.

Caferî her wiha got, ''Ev kes ji Stenbolê hate Dîlokê û ji wir jî li gel peywirdarên îstîxbarata Tirk gihaşte ser sînorê me. Du lître gaza sirinê ji sînor derbas kir, gihande ber destê Eniya Nusra ku êrîş anî û bi êrîşa li bejahiya Helebê bûyî sedema mirina leşker û sivîlan. Helbet plan ew bû ku hikûmeta Sûriyê bi êrîşa çeka kimyewî wer tawanbarkirin. Ev gelek caran hate dubarekirin.''

Caferî diyar kir El Kassar gaza sarinê bi konvoya alîkariya mirovî aniye. Hatibû ragihandin El Kassar sala 2021'an meha Sibatê li Konyayê bi qezayeke trafîkê ya gumanbar miriye.

Caferî li diî 'polîtîkayên Tirkirinê'' yên dewleta Tirk ên li cihê ku dagir kiriye helwet nîşan da û got, ''Tirkiy li ser xaka Sûriyê ku dagir kiriye,, pêvajoya Tirkkirinê yên li bakur û bakurê rojava yê Sûriyê nikare were qebûlkirin. Li herêmê pereyên ku têne xebitandin lîreyên Tirk in, li şûna alaya Sûriyê ya Tirkiyê hey, guhartina navên dibistan, kuçe û meydanan, diziya endûstriya tekstîlê û madenan nayê qebûlkirin.''