Borrell: Têkiliyên me yên bi Tirkiyê re li ber qutbûnê ne

Nûnerê Polîtîkaya Ji Derve yê Yekîtiya Ewropa (YE) Jopes Borrell, diyar kir ku têkiliyên me yên bi Tirkiyê re “li ber qutbûnê” ne û got divê YE li dijî Tirkiyê “biryarên bi zorê” bigre.

Borrell di runiştinek a Parlementoya Ewropayê de got: “Têkiliyên me yên bi Tirkiyê re li ber qutbûnê ne û ji bo rêveberên me dema biryarên bi zorê girtinê hatiye”, lûtkeya 24 û 25’ê Îlonê destnîşan kir.

Borrell got: “Lê ji bo pêkanînan lihevkirinek nîne.” Ji bo Konseya Ewropa di derbarê welateke endamê xwe de biryarê bide, pêwîstî bi raya 27 welatên yekîtiyê heye.

Ji bo lêxistina rejîma Recep Tayîp Erdogan, servîsên girêdayî Borelle planake ‘vebijartekên berfireh’ li xwe digirin ên derbarê pêkanînên aboriyê pêş xistiye, ev plan jî di civîna wezîrên karê derve yên girêdayî Yekîtiya Ewropayê ku li Berlînê meha Tebaxê hate kirin, hatibû qebûlkirin.

Komên siyasiyên mezin ên Parlementoya Ewropayê jî roja Sêşemê li dijî Tirkiyê di derbarê pêkanîna guşaran de nêrînên xwe diyar kirin. Gelek kesan xwestin ku ji bo firotina çêkan ambargo bê danîn.

Borrell xwest ku têkiliya bi Tirkiyê re bê domandin, diyar kir ku her çendî Tirkiye keştiya Oruç Reîs ji Behra Spî vekişandibe jî erê kir ku rewş giran e.