Biryara berdana Puîgdemont hate dayin

Derbarê lîderê Katalan Carles Puîdemont de ku li ser daxwaza Spanyayê li Elmanyayê hate girtin, biryar hate dayin ku bi şertê kontrola edlî bê berdan.

Biryara berdanê ya li ser Puîdemont ji hêla Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Schleswîg-Holsteîn ve, Pêrşemê hate standin.

Ji bo berdanê divê lîderê Katalan 75 hezar Euro bide. Tê payin ku Puîgdemon îro êvarî ji girtîgehê derkeve.

Dadgehê red kir ku Puîgdemont ji ber sûcdariya 'raperîn'ê bide Spanyayê û got û ji ber vê sedemê 'talokeya revê' bi giştî hatiye kêmkirin.

Heman dadgehê li ser lîderê Katalan got bi sûcdariya 'gendeliyê' dibe ku ew bidin Spanyayê.

Dadgehê bi vî rengî, bi sûcdarkirina gendeliyê ji bo ku Puîgdemont bidin fermana girtina Puîgdemont derxist û heman demê jî fermana înfazê jî da sekinandin.

Puîgdemont ji hêla rêveberiya navendî ya Madrîdê û dadgeha wê ve tê sûcdarkirin ku ji ber 'referanduma serxwebûnê ya îllegal' organîze bike fonên cameweriyê bi kar aniye û piştî ragihandina serxwebûnê serî hildaye.