Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bîld: Merkel di lîsteya vexwendiyan de bi ya Erdogan kir

Rojnameya Bîldê ragihand, Serokwezîr Merkel lîsteya vexwendiyên konferansa Lîbyayê li gorî dilê Serokkomarê Tirk Erdogan amade kiriye.

Di 19'ê Çileyê roja Yekşemê de wê li paytexta Elmanya Berlînê civîneke navneteweyî bê lidarxistin. Ji bo Konferansa Lîbyayê ku Elmanya organîze dike, bi vexwendina Serokwezîr Merkel wê lîderên gelek dewletan û nûnerên saziyên navneteweyî li Berlînê li hev kom bibin.

Du roj beriya destpêkirina konferansê yek ji rojnameyên girîng ên rojane yên Elmanyayê Bîld li ser vexwendiyên konferansê bal kişand ser agahiyeke balkêş. Li gorî nûçeya hejmara roja Înê ya rojnameyê, Serokwezîr Angel Merkel di mijara vexwendiyên konferansê de serî li ber zextên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tewand û bi ya wî kir.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku Merkel li gorî daxwaza Erdogan lîsteya vexwendiyan amade kir. Rojnameyê diyar kir, Erdogan bi taybetî ji bo tevlînebûna Yewnanistanê zext kiriye û di vê mijarê de jî bi ser ketiye.

Atîna ku beriya niha xwest tevlî konferansê bibe, lê belê nehate vexwendin, nerazîbûn nîşanî vê helweseta hikumeta Merkel da. Wezîrê Karên Derve Nîkos Dendîas ku ew li pêşberî vê rewşê matmayî ne û got, "Em fêhm nakin ku çima naxwazin em bibin beşek ji vê pêvajoyê?"