Bîlançoya şerê navxweyî ya Kolombiyayê ji ya tê zanîn girantir e

Li ser şerê navxweyî yê Kolombiyayê ku zêdeyî nîv sed sal e dewam dike, raporeke nû hate amadekirin. Hate ragihandin ku bîlançoya vî şerî ji ya tê zanîn zêdetir e.

Rapor ji aliyê Navenda Bîra Dîrokî ya Neteweyî (CNMH) ve hate weşandin û qala windahiya mirovan a navbera salên 1958-2018'an tê kirin.

Li gorî vê yekê, bîlançoya şerê navbera rêxistinên gerîla yên çep FARC, ELM û komên rastgir ên paramîlîter û yekîneyên artêşê gelekî girantir e.

Hate ragihandin ku di nava 60 salan de 262 hezar û 800 kes mirine û 215 hezar ji van jî sivîl in.

KOMKUJÎ HERÎ ZÊDE JI ALIYÊ HÊZÊN PARAMÎLÎTER VE HATIN KIRIN

Li gorî raporê, berpirsyarên sereke yên kuştina mirovan, dewlet e û komên wê yên paramîlîter ên rastgir in. Ev kom ji kuştina 94 hezar û 754 kesî berpirsyar tên dîtin.

FARC, ELN û tevgerên din ên gerîla yên çepgir jî ji kuştina 36 hezar û 683 kesî berpirsyar tên dîtin. Di raporê de hate ragihandin ku 9 hezar û 804 kes jî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Kolombiyayê ve hatine kuştin.

Li gorî raporê hejmara mirovên ji ber şerê navxweyî ji cih û warê xwe bûne, 6,9 milyon e.

Di rapora CNMH de hate bibîrxistin ku hejmara kesên hatine revandin berê 27 hezar û 23 hatibû eşkerekirin, lê ya rastî 37 hezar û 94 kes.

Di rapora dawî de hate gotin, di navbera salên 1958-2018'an de 15 hezar û 687 caran êrîşên zayendî hatine kirin.

Li gorî raporê, di nava 60 salan de herî kêm 17 hezar û 804 zarok di şer de weke çekdar hatine bikaranîn.