Biden vekişiya, bala her kesî li ser Kamala Harrisê ye

Piştî Serokê Emerîkayê Joe Biden ji hilbijartinên serokatiyê vekişiya, aliyê Demokrat ji bo diyarkirina namzedê xwe dest bi xebatan kirin. Her wiha ekîba kampanyayê ya namzeda favorî Kamala Harrisê jî bi awayekî aktîftir derket pêş.

Serokê DYE’yê yê 81 salî Joe Biden roja Yekşemê li ser medyaya dijîtal X’ê ragihand ku ji hilbijartinên serokatiyê yên di meha Mijdarê de vekişiyaye.

Di serê lîsteya namzedên ku wê di hilbijartinan de li gel Donald Trump rikberiyê bike de Cîgira Serok Kamala Harris heye. Joe Biden piştî biryara vekişînê diyar kir ku wê piştgiriyê bide namzedbûna Harrisê.

JI NIHA VE ZÊDETIRÎ 500 DELEGEYÎ SOZA PIŞTGIRIYÊ DAN

Li gorî hin çavkaniyên cuda hevalbend û aligirên Harrisê beriya Kongreya Neteweyî ya Demokratîk ji bo pitgirîdayîna namzedbûna Harrisê bi delegeyan re ketine têkiliyê. Her wiha li gorî CNN’yê jî niha ve 500 delegeyî piştgiriya xwe ya ji bo Harrisê diyar kirine.

Ji bo diyarkirina namzedê serokatiyê jî wê di navbera 19-22’yê Tebaxê de 4 hezar delegeyên Demorat li Chicagoyê werin ba hev.

DIBE KU DI DÎROKA DYE’YÊ DE RÛPELEKE NÛ VEBE

Piştî ku Biden ji hilbijartinan vekişiya bala her kesî li Cîgira Serok Kamala Harrisê ye.  Ger Harris bibe namzeda Demokratan, dibe ku di dîroka Emerîkayê de rûpeleke nû vebe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Harris a 59 salî parêzer  yekem cîgira serokatiyê ya jin û yekem kesa Afro-Emerîkî  û eslê xwe ji Asyayê ye. Harris hem di mijara mafên Afro-Emerîkîyan de hem jî di mijara kurtajê de jî gelekî bibiryar e ku ev yek di kampanyaya hilbijartinê de xwedî girîngiyeke mezin e.