Bexda rê da ji nû ve destpêkirina xebatên NATO’yê

Hikûmeta Iraqê ji bo ji nû ve destpêkirina hinek xebatên ji aliyê koalîsyona navneteweyî ku bi pêşengtiya Washîngtonê tê kirin, rê da NATO’yê.

Piştî civîna Wezaretên Parastinê yên NATO’yê û şûnde Sekreterê Giştî yê tifaqên Atlantîk Jens Stoltenberg ê daxuyaniyek da çapemeniyê got: “Hikûmeta Iraqê rê da NATO’yê ku erkên perwerdehiya ji bo hêzên Iraqê bê domandin.”

Li Iraqê ji bo bi hev re bihêzkirina hebûna NATO’yê ya li gel  yekîneyên koalîsyona navneteweyî pêwîstî bi erêkirina rêveberiya Bexdayê hebû.

Nota ji Iraqê hatibû şandin li bendê ye ku şeva Çarşemê bigihêje destê Jens Stoltenberg.

Welatên NATO’yê roja Çarşemê ji bo ji nû ve destpêkirina hinek xebatên perwerdehiyê ya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê di prensîbê de erêkiribû.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê têkildarî hejmara şandina leşkeran wê roja Înê li Munîhê wê di konseya ewlekariyê de bi endamên koalîsyona navneteweyî re gotûbêj bike.

Piştî kuştina DYE ya 3’yê Çileyê kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî ya li Bexdayê û şûnd Parlemetoya Iraqê ji bo derketina yekîneyên biyanî biryar girtibû. Li ser vê yekê NATO li Iraqê meha borî xebatên xwe yên li Iraqê rawestandibû.