Berlîn: Biryara YSK'ê ji aliyê me ve nayê fêhmkirin

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas li ser îptalkirina hilbijartina Stenbolê ya bi destê rejîma AKP'ê got, ''nayê fêhmkirin''.

Heîko Maas daxuyaniyeke nivîskî da û got, ''Biryara Desteya Hilbijartina Bilind a li ser betalkirina hilbijartina Stenbolê û biryara nûkirina hilbijartinê ne zelal e û ji aliyê me ve nayê fêhmkirin.''

Maas got, ''Tenê vîna hilbijêrên Tirk dikare biryarê li ser bide bê ka kî wê were ser Seroktiya Şaredariya Mezin a Stenbolê, divê tenê ew bikaribe vê biryarê bide'' û domand, ''Di şertên zelal ên hilbijartinê de, hurmeta li prensîbên demokratîk, bi raya me girîngiyeke mitleq e.''