Berê Katalonyayê li serxwebûnê ye
Katalonya, ku bi saya kooperatîfkariya xwe hewcedarî cîhana derve nîne û 34. aboriya herî mezin e, tevî hemû astengiyên navendê jî, bi biryardarî ber bi referandûma serxwebûnê ve diçe.
Katalonya, ku bi saya kooperatîfkariya xwe hewcedarî cîhana derve nîne û 34. aboriya herî mezin e, tevî hemû astengiyên navendê jî, bi biryardarî ber bi referandûma serxwebûnê ve diçe.
Nîqaşên li ser referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Hefteyek piştî vê referandûmê, Rêveberiya Xweser a Katalonyayê, ku li navenda Ewropayê ye, xwe amade dike ku 1'ê Cotmehê referandûma serxwebûnê pêk bîne.
Katalanan, di Hezîrana 2017'an de dema referandûmê eşkere kirin û tevî hemû destwerdan û zextên Spanyayê jî ji rêya xwe venagerin. Katalonya bi dirûşma "Niha dema serxwebûnê ye" berê xwe daye referandûmê. Spanya jî zextê zêde dike.
Ji damezrînerên Kooperatîfa Şêwirmendiya Înformatîk û Çandî ya li Barcelonayê Baybars Kulebî, daxwaza serxwebûnê ya Katalanan û nêrîna çep a Spanyayê ya li mijarê nirxand.
NERAZÎBÛNA GEL A LI DIJÎ DARBEYA DE FACTO
Kulebî di destpêk axaftina xwe de bal kişand ser atmosfera beriya referandûmê ya li Katalonyayê û got, "Gel, ji roja destpêkê ve her şev saet di 22:00 de li qûşxaneyan dixe û bê edaletî û darbeya de facto ya li Katalonyayê tê kirin şermezar dike. Her wiha li ber Qesra Edaletê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Katalonyayê çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên li zanîngehan jî dewam dikin. Hefteya bihurî, sendîkaya cotkaran li Lleîdayê çalakiyeke mezin pêk anî. Herî dawî ji bo 3'ê Cotmehê biryara greva giştî hate dayin.
Spanyayê ne tenê ji hewa, bejahî û deryayê ve polîs şand Katalonyayê. Her wiha polîsê Katalan Mossos jî radestî rêveberiya polîsên Spanyayê kir. Ji bo komkirina pisûlayê dengan û belavokên propaganda referandûmê, operasyonên polîsan dewam dikin. Domaînên malperên înternetê yên li ser referandûmê agahiyan didin, ji aliyê dozgeriyê ve tên desteserkirin û girtin. Zextên ku ji welatekî Ewropayê nayê hêvîkirin, tên kirin.
Wekî din, yek ji bûyerên girîng ku di nava hefteyê de qewimî jî, civata giştî ya hemû partiyên çep bû, ku Ûnîdos Podemos li Zaragozayê ji bo destekdayina serxwebûna Katalanan organîze kir. Di nava beşdaran de Berdevkê Tifaqa Çept a Katalan (Catalûnya en Comû) Xavîer Domenech û Şaredarê Barcelonayê Ada Colaû jî hebûn. Destnîşan kirin, ku ew bi rengekî bê sînor piştgiriyê didin mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Katalan, lê ji her demê bêhtir di vê wextê de pêwîstî bi diyalogê heye."
Kulebî destnîşan kir, ku bûyerên diqewimin, xuya ye wê tenê li Katalonyayê nemînin, wê li hemû kolanên Spanyayê belav bibe.
KOORPERATÎFKARÎ, SPARTEYA HERÎ XURT A SERXWEBÛNÊ YE
Baybars Kulebî anî ziman, ku li gel kedkarên li Katalonyayê, bûrjûvaya biçûk yanî çîna navîn jî piştgiriyê dide serxwebûnê û got, "Ev yek ji bo tevgerên gel ên girseyî bûne girîng e û pêwîst e. Li aliyê din, hêzên herî mezin ên fînansî yên herêmê bi awayekî vekirî li dijî serxwebûnê derdikevin. Bankayên bi navê La Caîxa û Sabadell û saziyên medyayê yên bi wan ve girêdayî ne, dijberê referandûmê ne.
Faktoreke din a ku bandoreke mezin li serxwebûnê dike, hebûna alternatîfa hilberînê ye. Kooperatîfkariya xurt a li Katalonyayê, hem yek ji pêkhateyên erênî yên aliyê çînî ya serxwebûnê ye, hem jî sparteyeke serxwebûnê ye. Tevgerên civakî yên Katalan ên ji aliyê siyasî ve xwe li herêman bi rêxistin kirine, pêkhatina serxwebûnê ji aliyê aborî ve, di kooperatîfkariyê de dibînin. Cihê kooperatîfiyê di dîrokê de ji bo Katalonyayê gelekî girîng e. Di salên 90'î de kooperatîfkarî xurtir bû."
Kulebî ragihand, ku siyaseta Katalan hem hewl dide modeleke alternatîf ji bo çepa Ewropayê biafirîne, hem jî tevgerên civakî hewl dide hewcedariya xwe ya bi sermayeya global û ya Spanyayê kêm bike.
BANDORA QUTBÛNA KATALONYAYÊ LI SPANYAYÊ
Di dewama axaftina xwe de Kulebî bi bîr xist, ku Katalonya yek ji 17 herêmên otonom ên Spanyayê ye û anî ziman, Katalonya 34. aboriya herî mezin a cîhanê ye. Kulebî diyar kir, qutbûna Katalonyayê ji Spanyayê, wê hem ji aliyê deynên neteweyî ve hem jî ji aliyê fînansmana xizmetên civakî yên weke teqawîtiyê ve, Spanyayê tengav bike.
DU PROJEYÊN PIŞTÎ REFERANDÛMÊ
Kulebî got, ji xwe dihate zanîn ku wê referandûm neyê naskirin, lê belê eger referandûm bê kirin û dengê 'erê' bi ser bikeve, wê du proje bikevin rojevê.
Der barê van her du projeyan de jî Kulebî ev agahî da:
"*Plana Jûnts pel Sî (Bi hev re ji bo Erê) ku Parlamenta Katalan bi rê ve dibe û CÛP a ji derve piştggiriyê dide wan; eger dengê 'erê' bi ser bikeve wê di nava 48 saetan de bi awayekî yek alî serxwebûn were ragihandin.
*Catalûnya en Comû jî, wê pişta xwe bispêre çalakiyên girseyî û liv û tevgera li kolanan a bi wesîleya referandûmê derketiye holê û bi vî rengî pêvajoyeke guherîna damezrîner a ku têgîna netewetiyê ya li Spanyayê ji nû ve bi nav dike, bide destpêkirin."
Kulebî destnîşan kir, ku pêşnûmeya siyasî ya kîjan komê dibe bila bibe, liv û tevgera li kolanan û alozî wê piştî 1'ê Cotmehê zêdetir bibe.
Kulebî got, "Serokê Generalîtat, di hevpeyvîneke xwe ya 27'ê Îlonê de gilî û gazin ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê dikir, ji ber helwesta wan a li ser pêvajoya serxwebûnê ya Katalonyayê. Xuya ye, hikumeta Katalan ji bo naskirina encamên referandûmê wê ji Spanyayê bibihure û yekser bi Ewropa û Yekîtiya Ewropayê re danûstandinan bike."