Belçîka: Divê li hemberî Tirkiyeyê zext werin kirin

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo beriya civîna YE a roja Pêncşemê diyar kir ku divê Konseya Ewropayê li zextên li hemberî Tirkiyeyê bifikire.

Serokên dewlet û hikumeta Yekîtiya Ewropayê roja Pêncşem û Înê wê bicivin. Yek ji rojeva sereke ya civînê jî Tirkiye ye.

Xebata Tirkiyeyê ya ku li Rojhilatê Behra Spî li gazê digere û rola wê ya di krîzên Lîbya û Qerebaxa Jor wê di navenda nîqaşan de be.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel roja Înê daxuyanî da û bang li Enqereyê kir ku bila dev ji lîstikan berde.

Rêveberên Ewropayê diyar dikin ku ji civîna meha Mijdarê û heta niha rewş bi erênî neguheriye û wê li ser zextên li hemberî Tirkiyeyê bisekinin.

Serokwezîrê Belçîkayê De Croo jî nerazîbûn nîşan da ku Enqere di meseleya Rojhilatê Behra Spî de guh nade pêşniyazên Ewropayê. De Croo got ku, “Konseya Ewropayê îxtîmala zextan jî di nav de divê çalakiyên nû binirxîne.”