Başûrê Yemenê xweseriya xwe ragihand

Konseya Demkî ya Başûr a li Yemenê roja Yekşemê xweseriya xwe ragihand. Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî xweserî red kir.

Konseya Demkî ya Başûr ku Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî li pişt e, ragihand ku hikumet nikare wezîfeya xwe pêk bîne, li dijî doza Başûr komployê dike û xweseriya xwe ragihand.

Tê texmînkirin ku biryara Konseya Demkî ya Başûr ku alîgirê serxwebûnê ye, wê şerê Koalîsyona Ereb û hêzên hikumetê yê li dijî Hûşiyên Şîa yên beşeke mezin a bakurê welêt kontrol dike, zehmet bike.

Raperînerên ku xweserî ragihandin, meha Mijdarê ya derbasbûyî li Riyadê ji bo parvekirina desthilatdariyê bi hikumetê re peymanek îmze kiribû. Şerê ku weke "şerê navxweyî yê di nava şerê navxweyî de" tê binavkirin, bi vê peymanê re ji bo demekê rawestiya bû.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdî, Koalîsyona Ereb bi daxuyaniyekê ragihand ku şertên berê yên li Adenê divê ji nû ve bên rûniştandin. Di daxuyaniya koalîsyonê de hate gotin, "Piştî ragihandina rewşa awarte ya Konseya Demkî ya Başûr, Riyad ji nû ve israr dike ku peyman tavilê bi cih bê anîn."

Roja Yekşemê Konseya Demkî ya Başûr li duyemîn bajarê herî mezin ê welêt li Adenê hêza xwe zêde kir û bendên kontrolê danî. Hate ragihandin ku avahiyên hikumetê, Bankaya Navendî û bendergeha Adenê di nava vê herêmê de ne. Li gorî pisporan Konseya Demkî ya Başîr bi îlana xweseriyê re berpirsyariya îdarî ya Adenê da ser milê xwe.